Şer jinên ducanî dike hedef

Li gorî daneyên The Guardian û Security Insight li seranserê dinyayê, li herêmên pevçûn lê tên jiyîn nexweşxane û xizmetên tenduristiya jinan rasterast dibin hedefa êrîşan.

Navenda Nûçeyan- Li qadên şer ên herêmên cuda yên dinyayê, jinên ducanî di asteke bêhempa de rastî tundiyê tên. Nexweşxaneyên zarokanînê rasterast dibin hedefa êrîşan, şikestina jin û zarokan her diçe zêde dibe û gefê li jiyana wan jî dixwe. Rapor nîşan dide ku pergalên bingehîn ên tenduristiyê hilweşiyane. 

Lêkolîna ku ji aliyê rojnameya Îngilîz The Guardian ve hatiye meşandin û daneyên ji aliyê Saziya Civaka Sivîl Security Insight ve hatiye berhevkin, raxist berçavan ku li seranserê dinyayê di qadên pevçûn lê didomîn de li dijî jinên ducanî û pitikên nû ji dayîk bûne tundiyek ku asta wê nehatî jiyîn heye. Lêkolînê modela tundiya tenduristiya pirbûnê ku bûye ruyek nû yê şeran girt dest. Lêkolîn, bandora wê ya rasterast li ser jinên ducanî û xebatkarên tenduristiyê de, di heman demê de gefa derbarê kapasîteya pêkanîna mafê zarokanîna bi ewle û parastina dewletê ya nifusan, radixe ber çavan.

300 êrîş hatine lidarxistin

Li gorî daneyan, di nava sê salan de li dijî tesîsên derbarê jinên ducanî û zayînê de nêzî 300 êrîş hatine lidarxistin. Ji derveyî vana jî li dijî beşên zayîn û nexweşxaneyan herî kêm 119 êrîşên rasterast pêk hatine. Li gorî lêkolînan hejmarek zêde ya jinan mirine, hinek jê ji xwegihandina xizmetên tenduristiyê bêpar mane, hinek jê jî neçar mane di şertên ne ewle de zarokên xwe bînin dinyayê. 

Herî kêm 68 pispor hatin qetilkirin

Dane nîşan dide ku herî kêm 68 pîrik û pisporên zayîna jinan hatine qetilkirin, 15 jin hatine revandin û 101 jin hatine girtin. Hate diyarkirin ku ev hejmar ên ku ji xwecihî, netewî û di medyaya navnetewî û daneyên elektronîk de cih digrin e, li hinek herêmên bi pevçûn de têkilî û agahî gelek sînordar in.

Li Xezayê jin di rê û xirbeyan de zarokên xwe tînin dinyayê

Di lêkolînê de bal kişandin ser şertên trajîk ku jinên ducanî li Xezayê lê rast hatine. Tevî agirbesta ku di Cotmeha borî de hatî îlankirin, ji ber kêmaniya ekîpmanên tibî û dermanan, di encama kêmbûna xizmetên tenduristiyê de mirina jin û zarokan didome. Hate diyarkirin ku li Xezayê hinek jin neçar mane di nava xirbeyan û li kêleka rêyan zarokên xwe bînin dinê, nexweşxane raste rast bi topan û fuzeyan hatine hedefgirtin.

Êrîşên li Ukraynayê

Li Ukranya jî, ji destpêka 2022’an heta niha herî kêm 80 tesînên zarokanînê û zarokên nû çêbûne hatine texrîbkirin. Li gorî lêkolîna The Guardianê, zexta psîkolojîk, komplîkasyonên ku di dema zarokanînê de hatin jiyîn, bi awayek cidî zêde bûye. Li bajarê Herson yê başûrê Ukraynayê, nexweşxaneyek zarokanînê, ji destpêka şer heta niha pênc caran zirar dîtiye. Tesîsên tenduristiyê yên li Myanmarê jî rastî êrîşan hate, bi dehan pîrik û nexweş hatine binçavkirin.

Li Sûdanê komkujî

Li Sûdanê bi taybet di 28’ê Cotmehê de, 30 jinên ku xwe spartine nexweşxaneya zarokanînê ya a Sûûdî ya li bajarê El Faşerê ya yek ji bûyerên herî bi tirs ku yê şerê navxweyî yê welat bû, rastî êrîşê hatiye. Hêzên Piştevaniya Lezgîn bi ser nexweşxaneyê de girtin û li gorî raporan zêdeyî 460 nexweş û refeqatvan hatin qetilkirin. 

‘Divê êrîş di çarçoveya qirkirinê de werin nirxandin’

Îro 676 milyon jin, 50 kîlometre li nêzî herêmên pevçûnan ên mirinê dijîn. Ev hejmar, gihîştiye asta herî bilind ya ji sala 1990’an heta niha hatiye tomarkirin. Parêzvana mafên mirovan a di bin bana saziya civakên sivîl Physicians for Human Rights (Bijîşkên ji bo mafên mirovan) de Payal Shah, diyar kir ku ne pirsîna hesaban ‘çanda bê cezahiştinê’ ava dike. Payal Shah da zanîn ku êrîşên li dijî tenduristiya zêdebûnê, astengkirina anîna zarokan û yan jî ji ber berdewamiya tinebûna civakekê, di çarçoveya çalakiyên qirkirinê de dikarin binirxînin.

Pisporên Tibê, destnîşan dikin ku piraniya mirina dayîkan bi tedbîrên rûtîn ên tenduristiyê dikare pêşî lê bê girtin, lê belê hilweşîna pergala tenduristiyê ya di dema şer de, şertên ku zarokanîna bi ewle gengaz dike, bi tevahî ji holê rakiriye.