Şêniyên Reqayê bi meşekî fedaiyên berxwedana Şêx Meqsûd û Eşrefiyê bibîranîn

Bi sedan şêniyên kantona Reqayê, ji bo bîranîna fedaiyên berxwedana taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê meşek girseyî li dar xist û konê sersaxiyê danîn.

Reqa- Bi sedan xelkê Reqayê, endamên saziyên sivîl-leşkerî, nûnerên ji Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, Partiya Sûriya Pêşerojê û Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) meşeke girseyî ji bo şermezarkirina êrişên li dijî taxên Şêxmeqsûd, Eşrefiyê, Dêr Hafir û Meskenê li dar xist.

Meşa ku Meclisa Malbatên Şehîdan ji bo sersaxiya şehîd Denîz û Firaşîn li dar xistiye ji pêş avahiya Nexweşxaneya Zarokan a berê dest pê kir. Dema meşvan gihîştin bin konê sersaxiyê ya li Qada Navenda Çandê ya Reqayê ya berê hatiye vedan, deqeyek rêz girtin.

Li wir li ser navê Meclisa Malbatên Şehîdan, Gazî û Dîlgirtiyan a kantona Reqayê endama rêveber Menal Şêxo axivî. Menal Şêxo, êrişên bi çekên giran û dronan li dijî taxên şêniyên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê şermezar kirin.

 

‘Berxwedana gelê her du taxan veguherî dibistana fedakariyê’

Endama rêveber a Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya Xilûd Mihemed diyar kir ku fedakariyên cangorî Denîz û Feraşîn rêya azadî û rûmetê xêz kir û berxwedana gelê her du taxan veguherî dibistana fedakariyê.

 

‘Hêzên Ewlekariya Hundirîn mertalên xurt û dilê ji bo berxwedanê lê didin in’

Endama rêveber a Hêzên Ewlekariya Hundirîn Sara El Şehadê destnîşan kir ku Hêzên Ewlekariya Hundirîn mertalên xurt û dilê ji bo berxwedanê lê didin in û got: "Fedakariyên şehîd Denîz û Feraşîn badilhewa naçin, ji bo têkbirina terorê û di oxira parastina gelê xwe de canê xwe feda kir. Em soz didin ku wê Hêzên Ewlekariya Hundirîn bersivên tund bidin dijmin."

Li ser navê gelê Şêxmeqsûd û Eşrefiyê Mihemed Reşîd jî axivî û diyar kir ku "Lehengî bi fedakariyên keç û xortên me tên xêzkirin, û hîna em di oxira azadiyê de fedakariyên giran didin."

Mihemed Reşîd di dewama axaftina xwe de got: "Weke fermandar Ziyad Heleb û hevrêyên wî gotine, me biryara fedakariyê û berxwedanê daye. Em dev ji vê rêyê bernadin."

Piştre nameya yek jî fedaiyên berxwedana Şêx Meqsûd ê Denîz Çiya (Zeyneb Kirdelî) ku di 10’ê Çileyê de li taxa Şêx Meqsûd a Helebê şehîd bû, hate xwendin.

Meş bi diruşmên "şehîd namirin" bi dawî bû.