Şêniyên Qamişloyê ji bo mîsogerkirina mafên Kurdan meşiyan

Şêniyên Qamişloyê, ji bo mîsogerkirina mafên gelê Kurd a di destûra Sûriyeyê de û ji bo naskirina statuya Kurdan a li Rojavayê Kurdistanê, meşek girseyî li darxistin.

Qamişlo – Li bajarê Qamişloya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bi diruşmeya ‘Divê mafên me di destûrê de bên mîsogerkirin’ bi daxwaza mîsogerkirina mafên gelê Kurd di destûra Sûriyeyê de û  naskirina statuya Kurdan a di Rojavayê Kurdistanê de, meşek girseyî hat lidarxistin. Meş ji Çerxerêya Sonî ya bajêr destpê kir û heta Çarxerêya Şehîdan bidawî bû. Endamên Şaredariya Qamişloyê, sazî û rêxistinên Rêveberiya Xweser, sazî û rêxistinên jin jî di nav de gelek kes beşdarî meşê bûn.

‘Pêwîst e mafên gelê Kurd, çarûsa wê were diyarkirin’

Piştî deqeyek rêzgirtin, li ser navê Insiyatîfa Gel Ebd EL-Kerîm Saroxan axivî. Ebd El Kerîm Kurdên Rojava, Kurdên li her çar perçeyên Kurdistanê û Kurdên li cîhanê bi tevahî, ji bo sekna wan a ji bo deskeftiyên Rojava, silav kir û wiha got: “Siyasetmedarên me hemû ji bo vê keda ku hat dayîn, bûne bersiv. Ji bo pirsgirêkên gelê Kurd bûn bersiv û hiştin ku di cîhanê de dengek mezin vede. Îro em di demeke hesas de derbas dibin. Ev dema ku pêwîst e mafê gelê Kurd, çarûsa wê were diyarkirin.”

‘Emê bi yek destî hebûn û azadiya xwe mîsoger bikin’

Endama HPJ Jin Wedha Wanikî jî, ji ajansa me re anî ziman ku îro li gelek deverên Rojava meş têne lidarxistin û wiha got: “Em bang li parazvanên mafên mirovan dikin. Ger mafên mirovan hebin, wê îro mafên Kurdan bighîjin wan. Eger nedin jî, Kurd li tevahiya cîhanê bûne yek. Emê bi yek destî hebûn û azadiya xwe mîsoger bikin. Bila komkujî rawestin. Yan mirinek bi rûmet yan jiyanek azad.”