Şêniyên Qamişlo: Em ê têkoşîna xwe bilind bikin
Şêniyên bajarê Qamişlo-Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, li dijî êrişên li ser herêmê meşek li darxistin û pêyama bilindkirina têkoşînê dan.
Qamişlo – Li dijî êrişên dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wî şêniyên bajarê Qamişlo bi meşekê piştgirî dan berxwedana gelê Şehba, Şêx Meqsûd û Eşrefiyê.
Meş bi dirûşma" Bi Sekna Şerê Gelê Şoreşgerî, Em ê Dagirkiriyê Têk Bibin" bi tevlibûna sedan gel, endamên rêxistina jin û endamên Saziyên Rêveberiya Xweser ji çerxeriya Sonî dest pê kir û li pêşiya navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Hunerê rawestiya.
‘Em soz didin gelê xwe ku em piştgiriya berxwedana wan bikin’
Piştî deqeyek rêzgirtin li ser navê Insyatîfa Gel Yûsif Kûtî têkildarî meşê axivî û got: "Ji 27’ê Mijdarê ve, Bakur û Rohjilatê Sûriyeyê rastî êrişên pir dijwar tên kirin. Ev êriş ji aliyê çeteyên Heyet tehrîr Elşam ve tên kirin, ev çete bi piştgiriya dewleta Tirk ya faşist cardin berê xwe da ji Cebelzawiyê heta Heleb,Idlib û hemayê. Gele me yê Şêxmeqsûd û Eşrefiyê xistin cemberê de, ji bilî vêna gelê me yê Til Rifet û Şehbayê ev du sê roj li beramberî çeta û dewleta Tirk zor û zehmetiya dikşîne. Lê em soz didin gelê xwe ku em piştgiriya wan bikin heta dawiyê û wan ji wê çember, zor û zehmetiyan derxin û piştgiriya berxwedana wan bikin."
‘Serkeftin a gelê Kurd e’
Yazî Betal a beşdarî meşê bibû wiha nêrînÊn xwe parve kir: "Bila Dewleta Tirk û çeteyên wê yên qirêj û dagirker baş bizanibin çiqas êrişan li ser gelê me pêk bînin wê nikaribin me tune bikin û hêz û vîna me bişkînin, em gele Kurd in li ser fikir û felsefeya Rêber Apo mezin dibin em xwedî hêz û bawerî ne, hûn ê tu carî nikaribin me dagir bikin. 13 sal in Şoreşa Rojava li dar e heta ku dilopek xwîn di canê me de hebe em ê li ser riya vê şoreşê bin û em ê asta têkoşîna xwe bilind bikin. Em serkeftinê ji gelê xwe yê Şehba, Şêx Meqsûd û Eşrefiyê re dixwazin bila bizanibin ku em ne bi tenê ne em jî weke gelê Kantona Cizîrê li pişta wan bin û em hene û em ê hebin û serkeftin a gelê Kurd e.
Meş bi dirûşma "Bijî berxwedana Şehba, Şêx Meqsûd û Eşrefiyê" bi dawî bû.