Şêniyên Qamişlo: Azadiya Rêber Apo azadiya hemu gelan e

Banga dîrokî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku îro bi deng û dîmenê wî hat parvekirin, li Qamişlo bi coş hat pîrozkirin. Jinên beşdarî şahiyê bûn gotin “Azadiya Rêber Apo azadiya hemu gelan e.”

Qamişlo – Banga dîrokî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan îro bi dîmenê bi deng hat parvekirin. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dehan navendan banga dîrokî bi şahiyan hat pîrozkirin. Li bajarê Qamişlo jî bi hezaran kes daketin qadan û banga dîrokî pîroz kirin.

Şêniyan li parka Azadî ya li bajêr kom bûn. Bername bi guhdarkirina dîmenê banga dîrokî ya Abdullah Ocalan destpê kir.

Paşê şêniyan bi coş dîlanê gerandin.

Jinên ku beşdarî şahiyê bûbûn kêfxweşî û kelecana ku jiyan kirin bi ajansa me re parvekirin.

‘Azadiya Rêber Apo azadiya hemu gelan e’

Yazî Betal wiha got: “Dema ku min dîmenê Rêber Apo dît û dengê wî bihîst hêzekî mezin jê girt. Rêber Apo fikr û azadiya me ye. Heya ku Rêber Apo azad be dê têkoşîna me bidome. Azadiya wî azadiya hemu gelan e.”

Perwîn Cemîl jî wiha hestên xwe anî ziman: “Ev 26 sal in Rêber Apo di bin tecrîda giran de ye. Me îro dîmenê wî dît, dengê wî bihîst. Hestên ku em nikarin tarif bikin me jiyan kir. Em dixwazin Rêber Apo bi fîzîkî azad be.”