Şêniyên Mexmûrê piştî 26 salan bihîstina dengê Abdullah Ocalan pîrozkirin
Şêniyên wargeha penaberan a Mexmûrê piştî 26 salan bihîstina dengê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi coş û kelecanek mezin pîrozkirin.

Mexmûr – Piştî 26 salan dîmenê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat weşandin û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di çarçoveya “Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk” de bangekî dîrokî kir. Ev banga dîrokî li tevayî Kurdistan û cîhanê bi kelecanek mezin hat pêşwazî kirin.
Li wargeha penaberan a Şehîd Rustem Cudî (Mexmûr) jî banga dîrokî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi coşek mezin hat pêşwazî kirin û şahiyek hat lidarxistin. Şêniyên Mexmûrê destpêkê bi erebeyan dinava wargehê de geriyan û piştre ji bo pîrozbahiyê berê xwe dan Navenda Çand û Hunerê.
Pîrozbahî bi girtina deqeyek rêzgirtin ji bo tevayî cangoriyên azadiya Kurdistanê destpêkir. Piştî rêzgirtinê banga dîrokî ya Rêberê Gelê Kurd hat temaşekirin. Piştî bangê helbesta Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ya di manîfestoyê de hat xwendin. Herî dawî hunermend Edîbcan derket ser dikê û gel li ber stranan govend gerand û şahî bi dawî bû.