Şêniyên Mexmûrê li dijî qedexeya hevdîtinê meşiyan

Şêniyên Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cudî (Mexmûr) li hember qedexeya hevdîtina li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşiyan û diyarkirin ku dewleta Tirk bi pêkanînên xwe nikare gelê Kurd bêdeng bike.

Navenda Nûçeyan - 25 sal in li girtîgeha Îmralî li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tecrîda girankirî tê meşandin û ji 25’ê Adara 2021’an ve jê agahî nayê girtin. Hat zanîn ku di 3’ê Gulanê de li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û Omer Hayrî Konar, Veysî Aktaş û Hamîlî Yildirim ên li Îmraliyê 6 mehên din jî qedexeya hevdîtina bi parêzeran re hatiye birîn.

Şêniyên wargeha penaberan a Mexmûrê li hemberî qedexeya hevdîtinê ya li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û her sê girtiyên din hatiye birîn meşekî girseyî lidarxistin û tecrîd şermezar kirin. Meş li Saziya Malbatên Şehîdan destpêkir heta ber deriyê Netewên Yekbûyî berdewam kir. Di meşê de bê navber dirûşmeyên ‘Bijî Serok Apo’, ‘Bê Serok Jiyan Nabe’ û ‘Kesek Nikare Roja Me Tarî Bike’ hatin berzkirin. Piştî ku meş giha ber deriyê Netewên Yekbûyî daxuyanî hat dayîn. Beriya ku daxuyanî were dayîn ji bo tevayî cangoriyên azadiyê deqeyek rêz hate girtin. Piştî rêzgirtinê daxuyanî ji aliyê Hevseroka Meclîsa Gel Fîlîz Budak ve hat dayîn.

‘Bi pêkanînên xwe difikirin ku wê bikarin gelê Kurd ji Rêbertî qût bikin’

Fîlîz Budak di destpêka axaftina xwe de diyar kir ku dewleta Tirk bi dayîna qedexeyan armanc dike ku gelê Kurd û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji hevdu qût bike û got: “Ev 26 sale îrade û hebûna me Rêbertî bi tecrîdek mutleq re rû bi rû ye. Bi vê tecrîdê re gel Kurd bi polîtîkayên înkar û îmhayê re tê derbazkirin. Li ser vê tecrîdê jî ev 3 salin bi tu şêweyî mafê hevdîtinê bi malbat û parêzeran re ji bo Rêbertiya me ne hatiye dayîn. Herî dawî jî duh nûçeyek derbaskirin ku parêzer nikarin 6 mehan hevdîtin bi Rêbertî pêkbînin. Jixwe 26 sale tecrîdek mutleq heye, bi cezayên disiplîn, hucre û pêkne anîna hevdîtinan 26 salên xwe temam kirin. Bi van pêkanînên xwe difikirin ku wê bikarin gelê Kurd ji Rêbertî qût bikin.”

‘Ya belavbûyî û li cîhanê deng vedayî fikrê Rêbertî ye’

Fîlîz Budak destnîşan kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi têkoşîna xwe fikir û felsefeya xwe li hemu cîhanê belav kiriye û wiha got: “Di nava van 26 salan de li beramberî tecrîdê, li beramberî van qirkirin û hemu hêzên komploger yên komploya 15’ê Sibatê gelê Kurd bi dostên xwe ve bi taybet jî jin û ciwan li ser linganin. Ji bo şikandina tecrîdê hemu curên çalakiyan didin pêkanîn. Li beramberî van hêzên komploger gelê Kurd tu caran çok ne danî. Roj bi roj çalakiyên hîn xurttir hem ji aliyê gelê Kurd, dostên Kurd û taybet jî ji aliyê gêrîlayên azadiya Kurdistanê ve hatin pêkanîn. Hêzên komploger yên ku 26 sale nekarîn vê tevgerê têk bibin, ya ku di destê wan de mayî girankirina tecrîd û pêkne anîna hevdîtina ne û bi van pêkanîn xwe dixwazin gelê Kurd û Rêbertî bi awayek fîzîkî ji hev qût bike. Lê me bi tevayî cîhanê daye naskirin ku ya belavbûyî, tê jiyankirin û bi pergal buye li cîhanê deng vedaye fikrê Rêbertî ye. Ji ber wê tenê durbuna me di aliyê fîzîkî de ye. Hemu hêzên ku xeyal dikirin wê bikarin Kurdek bê fikrê Rêber Apo bihêlin, vale derketin.”

‘Heta şikandina tecrîdê emê têkoşîn bikin û liberxwe bidin’

Fîlîz Budak da diyarkirin ku di serî de CPT û hemu dadgehên mafê mirovan diparêzin dema mijar dibe gelê Kurd li hemberî hemu pêkanînên qirkirinê bêdeng dibin û got: “Dadgehên mafê mirovan û taybet jî CPT ku qaşo xwe wek komîteya pêşîlêgirtina îşkenceyan pênase dike, nikare ji bin nîrê koletî, dagirkerî û bê pîvaniya dewleta Tirk derkeve ruxmê hevdîtinan jî pêktîne nikare ji ber dewleta Tirk agahiyên pêwîst bi gelê Kurd re parve bike. Em dibêjin ka exlaq, pîvan, komîteya pêşîlêgirtina qaşo îşkenceyan û dadgehên mafê mirovan? Dema mijar dibe gelê Kurd û Rêbertiya me hemu serê xwe ditewînin û dibin berjewendiyên dagirkeran de diçin biryarê û xebatên xwe didin meşandin. Ji ber wê yekê ji dervey têkoşîn û berxwedanê tu rêyek din ya gelê Kurd nîne. Heta şikandina tecrîdê û bidestxistina nasnameya Kurdê azad emê têkoşîn bikin û liberxwe bidin.”

Daxuyanî bi berzkirina dirûşmeyan dawî bû.