Şêniyên Mexmûrê li dijî komkujiya Parîsê meşiyan

Li Wargeha Penaberan a Mexmûrê, ji bo 13’emîn qetlîama Parîsê ya 9’ê çile yê ku sê pêşengên jinên Kurd hatibûn qetil kirin meşek girseyî hat lidar xistin.

Mexmûr - Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cudî (Mexmûr) şêniyên wargehê ji bo 13’emîn salvegera qetlîama parîsê ku sê pêşengên jinên Kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Doxan û Leyla Şaylemez ên ku 9’ê çile yê li Parîsê hatibûn qetil kirin meşek girseyî lidar xistin.

Meş li ber saziya Meclîsa Malbatên Şehîdan de dest pêkir heta li ber parqa 4’ê Nîsanê dewam kir. Li vir li ser girîngiya rojê ji alyê Hevberdevka Qada Tendurustiyê Nuran Sezgîn ve daxuyaniyek hat dayîn. Beriya daxuyanî bê dayîn ji bo cangoriyên azadiya Kurdistanê deqeyek rêz hat girtin.

Nuran Sezgîn di destpêka daxuyaniyê de li ser qetlîama 9’ê çileyê ya li Parîsê axivî û wiha got: “Vê qetlîamê de me sê jinên leheng heval Sara, Rojbîn û Ronahî sipartin axê. Her wiha me qetlîama duye mîn a Parîsê de jî sê hevalên xwe şehîd dan. Dîsa pêvajoya rêveberiyên xweser a Silopiya yê de jî sê pêşengên jin Heval Sêvê, Pakîze û Fatma ji alyê hêzên dagirker ve hatin qetil kirin. Em giştî van komkujiya şermezar dikin. Taybet qetlîama Parîsê ya 9’ê çile yê ne qetlîameke ji rêzê bû.”

‘Heval Sara li pey xwe arteşek jinan û hezaran xwendevan hiştin’

Nuran Sezgîn di berdewamiya axaftina xwe de diyar kir ku rol û misyona pêşenga Jina Kurd Sara(Sakîne Cansiz) ji bo tevahî jinan bu rê nîşandanek û wiha axivî: “Dagirkeran xwest keseke wek heval Sara ku kelekî Rêber Apo dest bi têkoşînê kiri ye û yek jî avakara tevgera azadiyê bû di şexsê wê de tevgera jina Kurd têk bibe. Em vê qetlîama ku di şexsê heval Sara de pêk hatî tu carî ji bîrnakin. Heval Sara li pey xwe arteşek jinan û hezaran xwendevan hiştin. Bi rûhê heval Sara re li Rojava şoreşa jinê çêbû. Parîs deyndarê gelê Kurde û pêwîste dewleta Parîsê kujeran dîyar bike.”

‘Em hertim li kêleka gelê Şexmeqsud û Eşrefiyê ne’

Nuran Sezgîn herî dawiyê bal kişand li ser êrîşên ku li Şêxmeqsud, Êşrefiyê pêk tên û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ev çend roje li ser Şêxmeqsud û Eşrefiyê êrîşek hatiye destpê kirin û armanca vê êrîşê jî ewe ku destkeftiyên şoreşa Rojava bê têk birine. Ev êrîş nayên qebûl kirin û em van êrîşan jî şermezar dikin. Em hertim li kêleka gelê Şexmeqsud û Eşrefiyê ne.”