Şeniyên Mexmûrê li dijî êrişên dagirkeriyê meşiyan

Şeniyên Wargeha Mexmûrê yên li dijî dagirkerî û êrişên dewleta Tirk ê bi hevkariya Iraq û PDK'ê meşiyan, bang li gelê Iraq û Başurê Kurdistanê kirin ku li dijî êrişan xwedî helwest bin.

Mexmûr – Dewleta Tirk bi hevkariya Iraq û PDK'ê dagirkerî û êrişên xwe yên li ser Başûrê Kurdistanê didomîne. Di encama vê hevkariyê de tenê di nava 3 rojan de 2 jê zarok 7 kes hatin qetilkirin.

Şeniyên Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) li dijî êrişên dewleta Tirk ê bi hevkariya Iraq û PDK'ê meşiyan. Meşa ku li saziya Malbatên Şehîdan bi beşdariya gel û dirûşmeyan destpêkir, heta ber deriya Neteweyên Yekbûyî domkir. Di meşa ku dirûşmeyên 'Bimre Îxanet' û 'Tolhildan' hatin berzkirin de pankarta binivîsa 'Bêdengî Hevkarî ye. Li Hemberî Komkojiyan Bibe Deng û Rabe Serhildanê' û wêneyên kesên di êrişên dewleta Tirk de hatine qetilkirin hate hilgirtin.

Beriya ku daxuyanî bê dayîn ji bo cangoriyên azadiya Kurdistanê deqeyek rêz hat girtin. Piştî rêzgirtinê li ser navê gelê Wargehê Nûdem Yaman axivî.

'Hûn nikarin bi êrişên xwe me tûne bikin'

Nûdem Yaman, di destpêka axaftina xwe êrişen li Başûrê Kurdistanê şermezar kir û wiha axivî: "Wek gelê Mexmûrê êrişên li dijî gelê Kurd şermezardikin û dibêjin hûn nikarin bi êrişên xwe me tûne bikin. Gelê Kurd bi hezaran salane li dijî tevahî êrişan li ber xwe dide. Li dijî tevahî êrişan xeta me xeta berxwedanê ye. Dixwazin bi êrişên xwe yên qetilkirinê çavê gelê Kurd bitirsînin û tûnebikin. Em wek gelê Kurd tûne nabin. “

Nûdem Yaman, bang li gelên Başûrê Kurdistanê kir û wiha axivî: "Em bang li tevahî gelê Iraq û Başurê Kurdistanê dikin ku li dijî dagirkerî û êrişan rabin li ser piyan û xwedî helwest bin. Divê hikûmeta Iraq û PDK’ê dev ji xeta îxanetê berde. Her wiha em bang li saziyê mafê mirovan dikin ku li dijî binpêkirin û qetilkirina gelê Kurd berpirsyartiyên xwe bicihbîne."

Meş bi dirûşmeyên 'Şehîd Namirin' û 'Bimre Îxanet' dawî bû.