Şêniyên Mexmûrê çalakiyên ji bo Rojavayê Kurdistanê didomînin
Şêniyên wargeha penaberan a Mexmûrê ji bo piştgirîdayîna berxwedana gelê Rojavayê Kurdistanê çalakiyên xwe yên 24 saetî bê navber didomînin.
Mexmûr- Şêniyên wargeha penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) ji bo piştgirîdayîna berxwedana gelê Rojavayê Kurdistanê ku gelê Rojava ji aliyê çeteyên rêveberiya demkî ya Sûriyeyê û dewleta Tirk ve ji 6’ê Çileyê û vir ve rastî êrîşên tinekirinê tên çalakiyeke ku 24 saet li qadan mayînê dabûn destpêkirin. Ev çalakî bi rengên cûda bi tevlîbûna 7 heya 70 salî bênavber didomin.
Çalakî bi meşeke girseyî destpêkir. Piştî meş bidawîbû, çalakiya 24 saetî li Saziya Malbatên Şehîdan bi strîna stran û berzkirina dirûşmeyên ji bo Rojavayê Kurdistanê berdewam kir.