Şêniyên Mexmûrê: Bijî Berxwedana Îmraliyê

Şêniyên Wargeha Mexmûrê, ji bo şermezarkirina komploya navnetewî ya 15'ê Sibatê, meşek girseyî li dar xistin û bi yek dengî bang kirin ku komloger ne gihiştine armancên xwe.

Mexmûr - Şêniyên Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî ya Mexmûrê, ji bo şermezarkirina komploya navnetewî ya 15’ê Sibatê li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, meşek girseyî li dar xistin.

Meş li ber deriyê Saziya Malbatên Şehîdan dest pê kir heta ber deriyê Netewên Yekbûyî. Di meşê de bênavber dirûşmeyên ‘Kesek Nikare Roja Me Tarî Bike’, ‘Bê Serok Jiyan Nabe’, ‘Bijî Berxwedana Îmraliyê’ hatin gotin. Piştî meş gihişt ber deriyê Netewên Yekbûyî, daxuyaniyek hat dayîn. Beriya daxuyaniyê ji bo tevayî cangoriyên azadiya Kurdistanê deqeyek rêz hat girtin. Piştî rêzgirtinê Hevseroka Meclîsa Gel a Mexmûrê Fîlîz Budak axivî.

Fîlîz Budak di şexsê şehîdên ‘Hûn Nikarin Roja Me Tarî Bikin’ de tevayî cangoriyên şoreşa Kurdistanê bibîranî û wiha got: “Li welat û ji dervey welat dehan keç û xortên Kurd bedena xwe dan ber agir û gotin ‘Hûn nikarin roja me tarî bikin’. Ev yek bû felsefeyek û xeta jiyana me ku her destek dirêjî Rêbertiya me bibe wê rastî volkanên ji agir werin. Ew agirê bi bedena gelê Kurd hatî pêxistin bû dîwarek dinavbera hêzên komloger û bû dîwarekê parastinê ji bo Rêber Apo. Yê ku liberxweda gelê Kurd bû, yê ku bi serket di kesayeta Rêber Apo de gelên Rojhilata Navîn, jin û ciwan bûn. Ji ber wê em minetdarê wan şehîdanin ku pêta agirê bedena wan heta roja îro jî me ronî dike.”

‘Xwestin di Rojhilata Navîn de gelan li dijî hev bidin şerkirin’

Fîlîz Budak diyar kir ku hêzên desthilatdar bi komploya 15’ê Sibatê xwestin Tevgera Azadiyê têkbibin û Rojhilat Navîn li gor xwe ji nûve dîzayn bikin. Budak got: “Hêzên komploger di 1998’an de cardin ji bo parçekirina Kurdistanê, têkbirina Tevgera Azadiyê û dîzaynkirina Rojhilata Navîn lihev kirin. Li hember vê yekê jî gelê Kurd, Tevgera Azadiyê û Rêber Apo jixwere asteng dîtin. Ji bo di Rojhilata Navîn de îdeolojiyek gelan hembêz dike neyê avakirin, bi komployek navdewletî Rêber Apo dîl girtin. Ev berdewama Lozan û Sykes Picot e. Wan xwestin di Rojhilata Navîn de gelan li dijî hev bidin şerkirin û bi rehetî hespê xwe li ser van xakan bidin bezandin. Lê di şert û mercên tecrîdê de Rêbertî got li beramberî lîberalîzm û kapîtalîzma ku civakan parçe dike ‘Bijî yekitiya gelan’ û got ku em projeya xwişk û biratiya gelan ava dikin. Ji ber ku em tevgerekî mirovî ne, em xwe ne li ser xwîna civakan, em xwe li ser exlaq û bihevrebûna gelan xwe ava dikin. Ji bo me pîvanên mezin parastina mirov, wijdan û exlaqe. Li hember hemu kiryarên hêzên dijber û komloger ên ku bi bê exlaqiya kapîtalîzmê nêzbûn, Rêber Apo yek kêlî jî ji însanbûna xwe tawîz neda.”

‘Ya girîng avakirina dostên îdeolojîk û paradîgmayê ye’

Fîlîz Budak li hember kiryarên hêzên komploger Rêberê Gelê Kurd û gelê Kurd kêliyek têkoşîna xwe bernedan û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Em wek gelê Mexmûrê ku di encama van komployan de 31 sal in li penabertiyê jiyan dikin, me kêliyek ji vê têkoşînê gav paşde neda. Hêza li beramberî me mezin bû, hêza gladyo, hêza Nato û hêza dewletên yekbûyî yên Emerîkayê bûn û em tenê Kurdên bi Rêber Apo re bûn. Encam, îro wek muhatap em in. Encam, di têkoşîna 51 salî ya Rêber Apo hatî meşandin de aqlê hevbeş rêbertiya gelê Kurd ya dîrokî, Rêber Apo û şervanên Rêber Apo muhatab in. Ev destkeftiyek dîrokî ye. Ya girîng avakirina dostên îdeolojîk û paradîgmayê ye. Herkesê digot ji dervey Kurdan dostên Kurdan nîne lê Rêber Apo di sedsala 21’an de bi hezaran dost ji me re avakirin. Şehîdên me yên enternasyonalît, şervanên me yên enternasyonal û dostên me yên rewşenbîr û entellektuel mînaka vê yekê ne. Ji bo wê yekê hem komplo hem jî komploger têkçûne.”

Daxuyanî bi dirûşmeyan dawî bû.