Şêniyên Kobanê şehîdên xwe yên komkujiya 25'ê Hezîranê bibîranîn
Bi sedan şêniyên bajarê Kobanê 253 şehîdên komkujiya ku çeteyên DAIŞ'ê di Hezîrana 2015'an de pêk anî, bibîranîn.

Kobanê- Çeteyên DAIŞ ku di 15’ê Îlona 2014’an de êrîşî bajarê Kobanê kirin, piştî berxwedana şervanan ya di 134 rojan ev êrîş têk çû û serkeftina berxwedanê di 26’ê Çileya 2015’an de hat raghandin. Çeteyan ji bo tola binketina xwe hilînin, di seat 4’ê ber destê sibehê di 25’ê Hezîrana heman salê de komkujiyeke hovane di navenda bajar û gundên Kobanê de pêk anî.
Di komkujiyê de 253 zarok, jin, pîr û kal bi rêbazên gelek hov ji sekvanî, teqînên xwekujî, serjêkirin û hwd hatin qetilkirin. Tevî ku 10 sal li ser vê bûyerê de derbas dibin, birînên ku di wê rojê de vebûn heta hetayê jî nayên hev.
Îroj bi wesîleya 10’emîn salvegera vê komkujiyê, bi sedan şêniyên bajarê Kobanê û malbatên şehîdên vê komkujiyê li goristana şehîdên Komkujiyê ya li Kobanê û gundê Berxbotanê yê li Başûrê Kobanê bibîranîn ku li gel her gorekê find hatin pêxistin.