Şêniyên Kobanê di salvegera dagirkirina Efrînê de meşiyan
Bi sedan şêniyên bajarê Kobanê û koçberên Efrînê yên li bajar dimînin, di 7’emîn salvegera dagirkirina Efrînê de meşiyan.

Kobanê – Ji ber dagirkirina Efrînê ji aliyê dewleta Tirk ve di 18’ê Adara 2018’an de, bi hezaran şêniyên wê neçarî koçberiyê bûn.
Di 8’emîn salvegera dagirkirina Efrînê de, di bin dirûşma “Efrîn Efrîna me ye veger soz me ye” de îro bi sedan şêniyên bajarê Kobanê û yên Efrînê yên koçber meşiyan. Di meşê de dezgeh û desteyên Rêveberiya Xweser, rêxistinên jinan û civaka sivîl, partiyên siyasî û xwenedekar amade bûn.
Meşê bi berzkirina dirûşmên “Bijî berxwedana Efrînê” û “Efrînê bi te re heta mirinê” û hilgirtina şaxên dara zeytûnê ji qada Jina Azad dest pê kir, heta qada şehîd Egîd domiya. Piştî deqeyek rêzgirtinê, cîgira Encûmena Cîbicîkar a kantona Firatê Mizgîn Xelîl axivî.
‘Em ê bajarên xwe ji dagirkeriyê paqij bikin’
Mizgîn Xelîl wiha got: “Efrîn di nava şoreşa Rojavayê Kurdistanê de weke nimûneya jiyana azad û wekhev bû. Gelek pêkhate û bawerî li Efrînê bi hev re bi rengekî aram dijiyan lê Efrîn di encama lihevkirinên herêmî û navdewletî de hat dagirkirin û demografiya bajar hat guhertin. Bi dagirkeriya dewleta Tirk re, bi deh hezaran şêniyên Efrînê yên resen koçber bûn û li şûna wan hêzên tundrew û çete hatin bicihkirin guhertinên demografî hatin çêkirin. Lê ji bo temamkirina şoreşa xwe û avakirina Sûriyeya demokratîk û rengîn berxwedana xwe berdewam dikin. Bi taybetî ji bo rizgarkirina bajarên xwe yên dagirkirî û di serî de Efrîn, em ê têkoşîneke bênavber bidin meşandin û gelê xwe vegerînin axa wan.”
Meşê bi dirûşmên “Berxwedana ji bo rizgarkirina Efrînê didome” bi dawî bû.