Şêniyên Hesekê û Til Temirê: Hevgirtina gelan bingeha parastina destkeftiyên şoreşê ye

Pêkhateyên Hesekê û şêniyên Til Temirê bi wesîleya roja piştgiriya cîhanî ya ji bo Rojava mitîng li darxistin. Di peyamên ku hatin dayîn de hat gotin ku têkoşîn ranewestiya ye, gelê Kurd bi berxwedana xwe komployan vala derxistiye.

Hesekê-Di çalakiyên ku îro li Kurdistan û cîhanê di çarçoveya “Roja Piştevaniya Cîhanî ya ji bo Rojava” hatin lidarxistin de, li Rojava ji bo şermezarkirina êrîş û gefên li ser herêmê û ji bo yekîtiya Kurdan çalakiyên gel hatin lidarxistin.

Bi pêşengiya jinan, îro pêkhateyên Hesekê Kurd, Ereb, Suryan û Ermen  ji bo piştgirî û parastina destkeftiyên Şoreşa Rojava, mitîngek li dar xistin. Şêniyên bajar ji bo piştgiriya Şoreşa Rojava li dora çerxeriya Kevokê  ya li taxa Tel Hecer bi hilgirtina alên YPJ’, YPG, QSD û TEV-Demê li hev kom bûn.

‘Roj roja berxwedan û serkeftinê ye’

Piştî deqeyek rêzgirtinê, endamê desteya rêveber a Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Aldar Xelîl tekez kir ku roj roja berxwedan, azadî û serketinê ye û diyar kir ku  bedêla azadiyê pir giran e lewma ji bo ku  fêkiyên azadiyê bi dest bixin têkoşîn, berxwedan û gelek bedêl dane.

Aldar Xelîl destnîşan kir ku têkoşîn ranewestiyaye, têkoşîn didome û berxwedana gelê Kurd berxwedanek e ku komployên plankirî vala derxistiye û got: “Dema saeta berxwedanê dest pê kir gelê Kurd daket qadan û piştgirî da hev.”

Aldar Xelîl da zanîn ku gelê Rojava xwediyê projeyeke demokratîk û aştiyan ye û wiha got: “Em xwediyên pergala neteweya demokratîk in û em di vê projeyê de îsrar dikin. Êrîşên ku çêdibin, pergala me dikin hedef, em e destûr nedin destkeftiyên me werin girtin.

‘Hewl didin di navbera pêkhateyên herêmê de nakokiyan çêkin’

Aldar Xelîl diyar kir ku gelek plan hene, hewl didin di navbera pêkhateyên herêmê de nakokiyan çêkin û anî ziman ku şoreş bi dawî nebûye, qonax bi dawî nebûne û got: “Li vir em ji nû ve dest pê dikin û divê em leza têkoşîn û berxwedanê bilind bikin. Peymana ku pêk hat, bi saya xebatên berxwedanê û yekîtiya gelê Kurd bû pêkvejiyana wê de li ser biratiya gelan pêk were.”

Aldar Xelîl di dawiya axaftina xwe de bang li gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir ku ji vir şûnde berxwedan dê ji bo nivîsandina destûreke ji bo parastina hemû pêkhateyên Sûriyeyê be.

Ji beşdarên mitîngê Zekiye Mihemed jî da xuyakirin ku polîtîkayên HTŞ'ê nikarin hebûna jinan ji holê rakin û înkar bikin û got: "Em mafên xwe dixwazin û em ê destkeftiyên xwe biparêzin. Dem dema me ye û tu kes nikare vîna me bişkîne."

Heyfa Mihemed destnîşan kir ku Şoreşa Rojava şoreşa jinan e û bi pêşengiya xwe û berxwedana li hemberî her cure tundiyê û zîhniyeta desthilatdar van destkeftiyan bi dest xistine.

Mitîng bi dirûşma “Bijî yekîtiya gelê Kurd” bi dawî bû.


         


        

Til Temir

Kurd Ereb û Aşûriyên Til Temirê ji bo parastina destkeftiyên Şoreşa Rojava derketin kolanan û diyar kirin ku ew ê tiştên bi keda 14 salên Şoreşa Rojava hatine bidestxistin biparêzin. Kurd, Ereb û Aşûriyên ku li çerxeriya Qendîl kom bûn, bi bilindkirina ala kesk sor û zer, bi deqeyek rêzgirtinê dest bi çalakiyê kirin.

Gel û şervanan nexşeya Rojavayê Kurdistanê li nexşeya cîhanê da xuyakirin

Bi navê rêxistin û tevgerên jinan Gulîxan Sofî axivî û wiha got: “Gel îro bi ruhê destpêkirina rojên destpêkê yên Şoreşa Rojava li ber xwe didin. Bi saya berxwedana gel û şehîdan me nexşeya Rojavayê Kurdistanê li ser nexşeya cîhanê da xuyakirin. Pêwist e em hêviya xwe bi Koalîsyona Navdewletî û hêzên navneteweyî ve girê nedin û nebêjin qey dê werin pirsgirêkên me çareser bikin, çareserî li vir e û bi gel çêdibe.”

Gulîxan Sofî di berdewama axaftina xwe de got ku li hemberî êrîşên herî hovane gel berxwedaneke bêhempa raber kiriye û wiha dirêjî da gotinên xwe: “Îro bi hêza gel û şervanan em dikaribûn di nava danûstandinan de cih bigrin û lihevkirinan çêbikin.”

Çavên Kurdistaniyan îro li ser Rojava ne

Gulîxan Sofî ji bo gelê Kurd ê li Kurdistanê û diyasporê piştgirî dide Şoreşa Rojava spasdariya xwe nîşan da û wiha berdewam dikin: “Gava ku her kes bi Rojava re bû yek hêza me mezin bû. Gelê Rojava fam kir ku Rojava ne bi tenê ye. Her çiqas lihevkirin çêbûbe jî pêwist e em şiyar bin û li qadan parastinê bikin. Çavên Kurdistaniyan îro li ser Rojava ne, pêwist e em hêviyên xwe û wan winda nekin.”

Gulîxan Sofî di dawî de bal kişand ser şerê taybet ku bi riya çapemeniya dijmin tê meşandin û gel hişyar kir ku pê bi bandor nebe û li çapemeniya xwe ya azad guhdar bike.

Çalakî bi berzkirina dirûşmên “Kurdistan yek parçe Rojava dilê me” bi dawî bû.