Şeniyên Şehbayê li dijî komploya navneteweyî meşiyan

Bi boneya salvegera komploya 9'ê Cotmehê ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Şehbayê çalakî hate li darxistin.

Şehba – Bi nêzbûna salvegera komploya navnetewî ya 9'ê Cotmeha 1998'an ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk hatiye, li seranserî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê gel li kolanan vê komployê bi çalakiyên cur bi cur şermezar dikin.

Însiyatîfa Gel a Efrîn-Şehba çalakiyek li navçeya Ehdasa Şehbayê bi dirûşmeya "Em plangeriya 9'ê Cotmehê ya navnetewî li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan şermezar dikin" çalakî li dar xist. Çalakî bi meşekê dest pê kir piştre li parka 4'ê Avrêlê ya navçeya Ehdasa Şehbayê bi daxuyaniyekê bi dawî bû.

Di çalakiyê de bi hezaran koçberên Efrînê û gelê resen ên Şehbayê beşdar bûn, wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û pankertên bi nivîsên"Ji Rêber Apo re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî","Azadiya Rêber Apo çareseriya doza Kurdî ye" hildan.

‘Azadiya Rêber Apo azadiya hemû gelê bindest misoger dike’

Piştî deqeyek rêzgirtinê li ser navê Însiyatîfa Gel Efrîn-Şehba Fatimê Cimo axivî. Fatimê Cimo wiha got: "Em kamploya navneteweyî ya ku di 9'ê Cotmeha sala 1998'an de bi destê hemû dewletan û di serî de bi destê dewleta Tirk a dagirker, pêk hat bi tundî şermezar dikin. Ev bû 26 sal Rêber Apo di girtîgeha Îmraliyê de berxwedana xwe li dijî hêzên komploger didomîne. Em jî li seranserî herêmê û bi hemû pêkhateyên xwe dengê azadî û tekoşînê bilind dikin û daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dikin. Bi fikir û ramanên azad ên ku desthiladarî dixwest bi rêya komployê qir bike îro milet xwe bi rêxistin dike û berxwedana xwe dimeşîne. Azadiya Rêber Apo azadiya hemû gelê bindest misoger dike. Bi rêya komployê xwestin derbeyekê li pergala demokrasiyê bidin û nehêlin ev felsefe belav bibe, lê binketin û felsefeya azadiyê li seranserî cîhanê deng veda. Heya azadiya fîzîkî ya Rêber Apo em misoger nekin em ê dev ji çalakî û têkoşîna xwe bernedin."

Çalakî bi dirûşmeya "Bê Serok Jiyan nabe" dawî bû.