Şêniyên Şehbayê ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan daket qadan

Şêniyên Şehbayê bi pêşengtiya Kongra Star Efrîn-Şehba ji bo misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşek li darxist.

Şehba- Di bin sîwana pêngava azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û bi diruşmeya "Ji Rêber Apo, ji pirsgirêka Kurdî re çareserî" Kongra Star Efrîn-Şehba meşek girseyî li darxist û koçberên Efrîn û xelkê Şehbayê beşdar bûn. Meş ji destpêka rêya wargeha Serdem heya pêşiya navenda Şaredariya Gel a li gundê Til Sosin ên navçeya Ehdasa Şehbayê berdewam kir. Di meşê de beşdarvanan wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên Kongra Star hildan û dirûmeyên "Bijî berxwedana Îmraliyê","Bê Serok jiyan nabe" avêtin.

Meş bi deqeyek rêzgirtin dest pêkir, piştre Koordînasyona Kongra Star Efrîn-Şehba Ferîda Îbo axivî û got: "Em berxwedana Rêber Apo ji Şehba warê berxwedanê heya grava Îmraliyê pîroz dikin. Em îro li kolan û qadan e ji bo misogerkirina azadiya fizîkî ya Rêber Apo, bikin û pergala Îmraliyê hilweşînin. Em jinên ku bi fikir û ramanên Rêber Apo tev digerin û dixebitin tu carî ranawestin heya em digîhêjin armancên xwe, her wiha em tekoşîna xwe xortir dikin ji bo Rêber Apo fîzîkî ji zindana Îmraliyê azad bibe. Çalakiyên me cur bi cur di bin pêngava azadiya fîzîkî ya Rêber Apo de berdewam dike. Divê rêxistina CPT li hember cezayên ku li ser Rêber Apo ferz dikin xwedî li erka xwe derkevin û parastina wî bikin."

Meş bi diruşmeya "Bê Serok jiyan nabe" dawî bû.