‘Şengal bi saya şehîdan li ser piya ye’
Jinên di merasîma bîranînê ya şehîdên meha Tebaxê de axivîn, gotin, “Şengal bi saya pêşeng û qehremanên ku xwîna xwe rijandin li ser piya ye.”
Şengal – Li Şengalê şehîdên meha Tebaxê di pêşengiya jinan de bi merasîmekê hatin bibîranin, di merasîma li şehîdgeha Şehîd Dilgeş û Şehit Berxwedan pêk hat de, bi sedan kes amade bûn. Jinên di merasîma bîranînê de axivîn, gotin; “Şengal bi saya pêşeng û qehremanên ku xwîna xwe rijandin li ser piya ye. Em ê li ser xeta şehîdan bimeşin û bi rihê 15’ê Tebaxê tekoşîna xwe bilindtir bikin.”
Di merasîmê de li ser navê sazî û rêxistinan axaftin çêbûn û peyama xwedî derketina li şehîdan û mezinkirina têkoşînê hatin dayîn. Endama koordinasyona TAJÊ Kinê Xidir û li ser navê Rêveberiya xweser a Şengalê Hevseroka Desteya Rêveber a Şengalê Rîham Hesen, li ser nave malbatê şehîdan Hemed Bişar, li ser nave PADÊ Hisên Hecî û her wiha li ser navê yekîneyên hêzên parastinê YBŞ-YJŞ’ê Dilşêr Qîranî axivîn.
‘Dewleta Tirk pêşengên me hedef girtin’
Endama koordinasyona TAJÊ Kinê Xidir di destpêka axaftina xwe de şehîdên meha Tebaxê û hemû şehîdên fermanê bibîranî û wiha got; “Em bi saya şehîdan îro hebûn û nasnameya xwe ya Êzdatiyê diparêzin. Ez li bang li gelê me dikim bila xwedî li şehîdên xwe derkeve. Şehîdên me bi canê xwe li ber fermanê sekinîn û em parastin. Piştî fermanê dewleta Tirk û bi destê xiyaneta mala Barzanî gelek pêşengên me hatin hedef girtin. Ji bo civaka me bê pêşeng û rêxistin bimîne ev êrîş pêş xistin. Ji bo Şengal dest ji rêxistina xwe berde û ji ser axa xwe koçber bibe, ev êriş pêk anîn. Lê bila dijmin baş zanibe ku bi êrişa em ê dest ji axa xwe bernedin û li ser xeta şehîdên xwe em ê tekoşînê berdewam bikin. Cihê îxanetkara li ser vê axa ku bi xwîna şehîdan hatiye avdan û rizgarkirin nîne. Şengal a şehîda ye û em ê li ser vê axê heya dawî ji bo jiyaneke azad û wekhev ava bibe tekoşîna xwe bidomînin.”
‘Xeta berxwedanê wê me bighîne serkeftinê’
Hevseroka Desteya Rêveber a Şengalê Rîham Hesen qala girîngî û wateya meha Tebaxê ji bo civaka Êzidî kir, pêngava 15’ê Tebaxê li tevahî gelê Kurd pîroz kir û wiha got; “Meha Tebaxê hem aliyekî xwe yê bi êş heye hem jî bi serkeftin û berxwedaniyê tije ye. Piştî fermanê dewleta Tirk bi zanebûn di vê mehê de pêşengê civaka me şehîd xistin. Hedefgirtina pêşengên tekoşîna me berdewamiya fermanê ye. Pêngava 15’ê Tebaxê pêngava bawerî û îradeya azad e. 15’ê Tebaxê roja vejîn û tekoşîna gelên bindest e. Me jî wek civaka Êzidî ji bo em karibin rê liber fermana bigrin, me bi ruhê 15’ê Tebaxê dest bi têkoşna xwe kir. Me jî di oxira vê tekoşînê pêşeng û qehramên herî hêja yên civaka xwe di vê mehê de şehîd dan, lê em dizanin ku avakirina xweseriya Şengalê bê bedel nabe. Ji bo em dest ji vê têkoşînê berdin, dijmin pilanên xwe dewam dike. Li Şengalê dû xet bi hev re dimeşin. Yek xeta têkoşîn û berxwedanê ye ya din jî ya xiyaneta ku di pêşengiya PDK’ê de ye. Di serî de em weke jin û hemû civaka Êzidî divê li hemberî vê xeta îxanetê tekoşîna xwe mezin bikin û bi rihê şehîdan Şengalê biparêzin.”
‘Çiyayê Şengalê bi şehîdan hat parastin’
Dayîkên ku beşdarî merasîmê bûne li ser gorên şehîdan nêrînên xwe bi me re parve kirin û şehîdên meha Tebaxê bi bîr anîn.
Endamên Koordinasyona Tevgera Azadiya Jinên Êzidî Neam Îlyas li ser gorê şehîdan nêrînên xwe bi me re parve kirin û wiha axivîn; “Em di şexsê Mam Zekî de tevahî şehîdên me Tebaxê û şehîdên 74 fermanan bi bîr tînin. Şehîdên me ji bo parastina ax, nasname û îradeya xwe tekoşîn meşand û gihîşt şehadetê. Miletê me bi tekoşîn û rihê şehîdan li ber xwe da û serî ji kesî re netewand.”
Endama Koordînasyona TAJÊ Emşê Şengalî jî wiha got: “Çiyayê Şengalê bi ked û xwîna şehîdan hate parastin. Êzidî bê Şengalê nabe, Şengalê jî bê Êzidî nabe.”