Şehîdên Sinûnê hatin bibîranîn

Di daxuyaniya ku bi mebesta sêyemîn salvegera teqandina Meclîsa Gel a Sinûnê hat dayîn de, hat destnîşankirin ku ew ê heta dawiyê li pey doz û şehîdên xwe bin.

Şengal Di 15’ê Hezîrana 2022’yan de Meclîsa Gel a Sinûnê ji aliyê sîxûrên PDK-MÎT’ê ve hat teqandin. Di encama teqînê de zarokên bi navê Selah Şivan Xidir û Îbrahîm Derwêş jiyana xwe ji dest dabûn.

Bi boneya sêyemîn salvegera teqandina Meclîsa Gel a Sinûnê endamên sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser a Şengalê li Meclîsa Gel a Sinûnê daxuyanî dan û zarok bibîr anîn. Daxuyanî ji hêla endama Meclîsa Sinûnê û di heman demê de birîndarê wê demê Xelef Qasim ve hat xwendin.

‘Em bi saya şehîdên xwe bipêş ketin’

Xelef Qasim destpêkê hemû şehîdên êzidxanê bi hurmet û rêzdarî bîr anî. Xelef diyar kir ku ji dîrokê heta niha Êzidî ji ber bindestiyê qebûl nekirine û dev ji baweriya xwe bernedane. Xelef anî ziman ku her tim rastî êrîşan hatiye û wiha got: “Em bi saya şehîdên xwe bipêş ketin û me xwe bi rêxistin kir û em deyndarên şehîdan in. Ji dîrokê heta niha Êzidî her tim qurbanî dane û tu carî neketine. Lê di serdema niha de Êzidiyan xwe bipêş xistine û bi rêxistin kirine. Niha Êzidî ji bo maf, heq û hiqûqên xwe têdikoşin û ev jî bi saya şehîdan e. Ger îro Êzidî tên naskirin bi saya şehîdan e. Em ê heta dawiyê li pey doz û şehîdên xwe bin.”