Şehîdên komkujiya Helincê hatin bibîranîn
Kongra Star a bajarê Kobanê di 5’emîn salvegera komkujiya Helincê de pêşengên jin bibîr anî. Di bîranî de soza berdewamkirina têkoşîna her sê jinên pêşeng ên di komkujiyê de hatin qetilkirin, hat dayîn.

Kobanê – Di 23’ê Hezîrana 2020’an de dewleta tirk bi balafirên bêmirov malekî li gûndê Hêlincê kir armanc û bombebaran kir. Di encama êrîşê de sê jinên pêşeng Emîne Weysî, Zehra Berkel û Hebûn Mele Xelîl jiyana xwe ji dest dan. Bi boneya 5’emîn salvegera komkujiyê li gundê Helincê îro li navenda Çand û Hûrera Baqî Xido ji aliyê Kongra Star ve hatin bîranîn.
Di bîranîna salvegera 5’emîn a komkujîya Helincê de Kongra Star û hemû sazî û dezgehên kantona Firatê û malbatên cangoriyên Komkujiyê amade bûn.
Bîranîn bi deqeyek rêzgirtin destpêkir û piştre endama Koordînasyona Kongra Star a Kantona Firatê Macîde Hisûn axivî. Macîde Hesûn wiha got: “Dewleta Tirk li gundê Helincê yê girêdayî Bajarê Kobanê komkujiyek di sala 2020’de pêk anî di encamê de jinên pêşeng yên di Koordinasyona Kongra Star de cîh digirin jiyana xwe ji dest dan. Lê heta roja îro jî bi hezaran jin li pêy vê xeta berxwedan û tekoşînê dimeşin.”
‘Em ê li ser xeta wan bin’
Macîde Hesûn bal kişand têkoşîna her sê jinên pêşeng û wiha domand: “Şehîd Zehra ku di nava civakê de roleke xwe ya girîng heye û heta vê rojê em li ser wê xetê hîn berdewam dikine. Şehîd Hebûn jî li hember dijminê hovane ji berxwedana Kobanê heta keliya ku şehîd jî ket her tim di nav şer û tekoşînê de bû. Nehişt ku dijmin axa me dagir bike û li hember vê jî xwedî biryarek mezin bû. Kesayetên weke heval Zehra û Hebûn her tim ji bo me û tekoşîna jinan bûye mînak û xeta berxwedan e. Em jî heta roja me ya îro li ser vê xetê dimeşin û em ê her tim jî li ser xeta wan bin. Dayîka Emîne weke jinek welatparêz çi ket ser mile wê, pêk anî. Deriyê xwe ji her kesî re vekirî bû.”
Piştre dayîka Zehra Berkel axivî û wiha got: “Şehîd Zehra ne keça min tenê ye. Keça hemû dayikan e. Ji bo vê jî emê her tim li pêy xeta Zehrayan û hevreyên wan bin. Ez bi hêvî me ku hevalên wan riya wan şehîdan bişopînin.”
Paşê sînevîzyon li ser têkoşîna jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û komkujiya Helincê hat temaşekirin.
Piştî axaftinan li ber wêneyên pakrewanan find hat vêxistin. Bîranîn bi dirûşmeyan bi dawî bû.