Şehîdên fermanê hatin bibîr anîn
Wekî her sal îsal jî şehîdên fermana 3’yê Tebaxa 2014’an li riya ku korîdora mirovî hatibû vekirin, hatin bibîranîn. Di bibîranînê de hat gotin ku bi saya korîdora mirovî û hewza avê bi hezaran êzidî rizgar bûne.

Şengal – Bi boneya 11’emîn salvegera fermanê li riya ku korîdora mirovî hatibû vekirin ku di dema fermanê de bi hezaran Êzidî ji wê riyê derbasî Rojavayê Kurdistanê bûn, daxuyanî hat dayîn.
Daxuyani li korîdora mirovî her sal ji hêla Şaredariya Gel a Şengalê ve tê organîzekirin. Îsal jî bi heman armancî li korîdora mirovî daxuyanî hat dayîn.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku ev rê rêya rizgariya bi hezaran Êzidiyan e û wiha hat gotin. “Ji bo bîranîna 3’yê Tebaxê em her sal tên vir. Bi saya vê rê û ava hewzê bi hezaran Êzidî ji qetlîam û mirinê rizgar bûn. Heta dawiyê em vê korîdora mirovî û hewza avê ji bîr nakin. Bi hezaran roja fermanê li ber mirinê bû lê bi saya vê rê û avê xilas bûn.”
Derbarê çalakiyê de jinên Êzidî bi kurtasî nêrînên xwe bi ajansa me re parve kirin.
‘Dem em her carê tên vir êş û azarên me zindî dibin’
Endama Meclisa Jin a Borikê Tewrê Hisên diyar kir ku tişta herî bi zehmet her sal hatina korîdora mirovî ye û ev tişt vegot: “Di fermanê de em, bi hezaran Êzidî ji vir derbas bûn. Di vê riyê de zarok û kesên temen mezin ji tînan fetisîn. Gerîla, hêzên rojava hatin pêşiya me, me xilas kirin, kal û pîrên me, zarokên me hilgirtin. Dema em her carê tên vir êş û azarên me zindî dibin. Bi rastî jî meha 8 ji bo me bi taybetî ji bo jinên êzidî meheke reş e, meheke bi êş e. Lê em bi saya fikir û felsefeya Rêber Apo rabûn ser piyan û heta dawiyê em ê li pey fikrên Rêber Apo bin. Û ger Rêber Apo bi fîzîkî azad bibe keç û jinên Êzidî yên dîl jî azad bibin.”
‘Bi saya vê rêyê û hewza avê bi hezaran Êzidî rizgar bûn’
Hevşaredara Xanesorê Marya Şengalî jî bi kurtasî ev nirxandin kir: “Her sal wek şaredariyê em vê demê tên vir daxuyanî didin û şehîdên fermanê bi bîr tînin. Bi xêra vê rêyê û hewza avê bi hezaran êzidî ji mirinê xilas bûn. Ev rê û hewza avê bûn cihê rizgarkirina êzidiyan a qirkirinê. Heta dawiyê dê ev rê û hewza avê neyê jibîrkirin. Ev hewza avê ji bo me êzidiyan remzekî ye. Ev korîdora mirovî bi xêra şervanên azadiyê hat vekirin. Divê tu êzidî heta dawiyê fermanê û korîdora mirovî ji bîr nekin.”