Şehîdên Fermana 74’an li Hardanê hatin bibîr anîn
Civaka Êzidî di 11’emîn salvegera fermanê de şehîdên fermanê bi bîr tînin. Di vê çarçoveyê de serdana gorên komî ya Hardanê hat kirin û find li ser gorên şehîdan hatin pêxistin.

Şengal – Di çarçoveya çalakiyên fermanê de bi pêşengtiya Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) û Meclisa Xweseriya Demokratîk a Şengalê li ser gorên komî yên Hardanê merasîma bibîranînê pêk hat. Di merasîmê de find li ser gorên şehîdan hat pêxistin.
Di merasîma bibîr anînê de berdevka Meclisa Jin a Sinûnê Edûl Şemo axivî û hemû şehîdên fermanê bibîr anî û ev tişt vegot: “Hestiyên me hîn çolan e, hîn li ber satiran e. Keç û jinên me hîn di destê DAIŞ’ê de ne û têne firotin. Heta niha derveyî Rêber Apo kesek ji bo fermanê, ji bo jin û civaka Êzidiyan serê xwe neêşand. Dijmin li ser tundekirina Êzidiyan planan kiribû lê em li holê ranebûn, em li ber xwe da, egîd û xweşmêrên me hene, zarokên me hene û fikrê Rêber Apo li pişta me ye. Ji ber vê kesek nikare me, axa me, çanda me, bîr û baweriya me xilas bike. Em xwediyê van axan û çiyayî ne û em ê li ber xwe bidin. Fikrê Serokatî ket Şengalê Şengal ji nû ve ava bû. Em careke din destûr nadin tu hezek bin navê parastinê were Şengalê û hêza me ya parastinê heye.”
‘Roja fermanê rojeke reş bû bi taybetî ji bo jinên Êzidî’
Derbarê fermanê de jinên êzidî bi kurtasî nêrînên xwe ji ajansa me re anîn ziman.
Endama TAJÊ Kinê Xidir diyar kir ku ew roja fermanê roja reş dibînin û ev tişt anî ziman: “Di dema fermanê de li Hardanê komkujî pêk hat û gorên kesên hatine qetilkirin li cihê hatine qetilkirin hatiye binaxkirin. Em jî ji bo bibîranîna wan hatin vir. Sibe 11’emîn salvegera fermanê ye. Roja fermanê rojeke reş bû, ji bo civaka êzidî bi taybetî ji bo jinên êzidî. Em tu carî vê roja reş ji bîr nakin. Em terka têkoşîna xwe nakin heta hesabpirsîna ji dijmin. Di fermanê de gelek jinên ciwan ji bo nekevin destê çeteyan xwe ji zinaran avêtin. Heta dawiyê em ê li ser şopa doza fermanê bin. Lazim e em jenosîda li ser civaka Êzidî bi hemû dinyayê bidin qebûlkirin û ji bo vê çi ji destê me were divê em bikin.”
Banga tevlibûna meşa girseyî ya Fermanê
Endama Komîteya Malbatên Şehîdan Pakîze Celal bi kurtasî ev nirxandin kir: “Di fermanê de jin û zarokan qetilkirin, bi hezaran jin revandin. Hêvî û daxwaza me vegera jinên êzidî yên di destê çeteyan de ne. Divê hemû êzidî rabin ser piyan û dengê xwe bigihîne hemû cîhanê. Em bang li hemû êzidiyan dikin sibê tev li meşa fermanê bibin.”