Şaredariya Sûrê deynê qeyûm li pey xwe hiştî eşkere kir

Şaredariya Sûrê da zanîn ku qeyûmê navçeyê 143 milyon û 228 hezar û 558,99 TL deyn li pey xwe hiştiye.

Navenda Nûçeyan-Şaredariya Sûrê ya Amedê ku di bin rêveberiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) de ye, deynê qeyûmê navçeyê li pey xwe hiştî eşkere kir. Şaredariya da zanîn ku qeyûm li pey xwe 143 milyon û 228 hezar û 558,99 TL deyn hiştiye. 

Têkildarî deynî ev hûrgiliye hatin parvekirin: 

* Deynê krediyê yê bankan: 38 milyon û 843 hezar û 47,19 TL

* Deynê SGK’ê: 10 milyon û 230 hezar û 200,06 TL

* Deynên şîrketan: 14 milyon û 833 hezar û 819,67 TL

* Deynê bacê: Milyonek û 989 hezar û 238,05 TL

* Deynên saziyan: 4 milyon û 741 hezar û 377,28 TL

* Meblaxa ji bo dosyayên dê bidin îcrayê û faîzên wan: 45 milyon û 295 hezar û 438,37 TL

* Deynê teqez ê ji dadgehan hatiye: 27 milyon û 295 hezar û 438,37 TL

Dahata bi têrî lêçûnan nekir

Di daxuyaniyê de hat gotin ku ji sedî 50’î bûdçeya ji bo sala 2024’an dihat texmînkirin hatiye xerckirin. Hat diyarkirin ku di meha gulanê de dahata giştî ya şaredariyê 14 milyon û 79 hezar û 673,51 TL û lêçûn jî 26 milyon û 460 hezar û 213,80 TL hatiye tespîtkirin. Hat destnîşankirin ku tenê mûçeyên xebatkaran 22 milyon û 798 hezar û 636 TL girtiye. Bi domdarî hat diyarkirin ku di navbera dahat û lêçûnên meha gulanê de 12 milyon û 380 hezar û 540,29 TL ferq heye û wiha hate gotin: “Bila tevahiya gelê me baş bizane ku em xwedî wê biryardarî û tecrûbeyê ne ku van pirsgirêkan çareser bikin. Bila gumana kesekî jê nebe ku em pirsgirêka têkildarî mûçeyên xebatkaran û texrîban û kêmasiyên wan derxistine holê em ê bi awayekî mayinde çareser bikin.”