Şaredariya Sêrtê jî sepana 'Jinkart' da destpêkirin

Şaredariya Sêrtê ji bo jin karibin bi buhayekî erzantir ji xizmetên veguhestina giştî ya bajaran sûd werbigirin, sepana "Jinkart" da destpêkirin.

Sêrt-Şaredariya Sêrtê ji bo ku jin di xizmetên veguhestina komî ya nava bajêr de bi bihayên guncav jê sûdê bigirin pêkanîna “jinqertê” xist meriyetê. Jinqert dikare ji Şeftiya Dahatan a Şaredariya Sêrtê û noxteyên dagirtina qertan bên peydakirin. Bi saya sepanê jinên ku bi 9 lîreyî li wesayîtên veguhestina komî siwar dibin dê tenê 6 lîre û nîvan bidin. 

Hevşaredara Sêrtê Sofya Alagaş jî wiha got: “Sepana jinqert ku me ji bo jin bi hêsantir û erzanî ji veguhestina komî ya li nava bajêr sûdê bigirin dane destpêkirin tenê yek ji projeyên me yên xizmeta civakî ya ji bo jinan e. Ev yek û karên weke vê dê berdewam bikin. Ez hemû jinên sêrtî vedixwînim ku ji vê sepanê sûdê wergirin.”