Şaredariya Peyasê ‘ji bo jiyana bê şîdet’ torên hevgirtinê bi hêz dike

Şaredariya Peyasa Amedê ji bo “jiyana bê şîdet” torên hevgirtin û hilberînê bi hêz dike. Koordînatora Muduriyeta Polîtîkayên Jinan Gunay Yakut, got ku rêveberiyên herêmî ji bo rêxistinbûn û hevgertinê mekanîzmayên herî bi hêz in.

ARJÎN DÎLEK ONCEL

Amed – Li Tirkiyeyê polîtîkayên qeyûman ên bi salan e didomin, îradeya demokratîk a gelê Kurd hedef tên girtin, bandor li ser rola rêveberiyên herêmî ya li ser jiyana civakî jî kirin. Her çendî pêşî qeyûm avêtibin ser şaredariyên Kurdan jî dûre CHP’ê jî para xwe ji vê yekê girt.

Nifûsa Amedê ya şaredariyên wî yên HDP’ê bûn û di navbera salên 2016 û 2019’an de qeyûm avêtin ser wan; di sala 2024’an de 440.886 bû. Navçeya Peyasê ya ku nifûsa wê herî zêde ye, di hilbijartinên 31’ê Adara 2024’an de di hilbijartinan de, Partiya Wekhevî û Demokrasiya Gelan (DEM Partî) ji sedî 68.85 dengan girt û careke din hat ser rêveberiyê. Piştî rêveberiyê destpêkê yekîneyên ku hatibûn rawestandin hatin aktîfkirin. Yek ji yekîneyên ku hat aktîfkirin jî Muduriyeta Polîtîkayên Jinan bû. Muduriyeta Polîtîkayên Jinan a ku ji bo jinan, xebatên aborî, civakî, hiqûqî û desteka derûnî dide, di heman demê de bi dînamîkên bajar re li dijî şîdetê jî li riyên çareseriyê digere, ji bo jinên rastî şîdetê hatine destekê dide.

Koordînatora Muduriyeta Polîtîkayên Jinan a Şaredariya Peyasê Gunay Yakut Demîr, li ser xebatên şaredariyê û bandorên kampanyayên li dijî şîdetê hatine destpêkirin ji ajansa me re nirxandin kir.

Gunay Yakut bal kişand ku piştî girtina şaredariyê yek ji yekîneyên ku xwe bi lezgînî kom kiriye û dest bi xebatên xwe kiriye, yekîneyên xizmetên jinan bûne û diyar kir ku Mudiriyeta Polîtîkayên Jinan a Şaredariya Peyasê bi awayekî lezgîn hatiye aktîfkirin.

Gunay Yakut diyar kir ku Muduriyeta Polîtîkayên Jinan di bin sê sernavan de xebatên xwe didomîne û wiha behsa wan yekîneyan kir: “Yek ji wan ‘têkoşîna bi şîdeta li dijî jinan’ yek ‘bihêzkirina aboriya jinan’ a din jî ‘perwerde lêkolîn û pêşxistina projeyên civakî.’”

‘Di salek de 116 jinan bi giliya şîdeta fizîkî serî li şaredariyê dan’

Gunay Yakut diyar kir ku Navendên Şêwirmendiya Jinan ên di bin banê şaredariyê de hatine vekirin tevî qadên rêxistinbûn, şêwirmendî û tecrubeyên xwe, di heman demê de bûne qadeke bîrê (hafîze) li ser xebatên navendê jî axaftina xwe bi van gotinan domand: “Navendên Jiyana Jinan, zêdetir li ser şîdeta li dijî jinan xebatên xwe didomînin. Jin li van navendan, xizmetên hiqûqî, derûnî, şexsî û şêwirmendiyê dibînin. 116 jinan di salek de serî li Şaredariya Peyasê dan. Gelek ji wan ji ber şîdeta di nava malê de dibînin serlêdan kirin. Şîdeta dîtine zêdet a fizîkî bû. Gelek caran dema em li jinên rastî şîdeta fizîkî tên guhdarî dikin, em dibînin ku şîdet darûnî û aborî jî pir zêde ye. Li Navendên Jiyana Jinan, jin dikarin bibin xwedî pîşe carna jî tenê dema ku dixwazin demê derbas bikin an jî xebatên sportîf bikin. Dema ku atolye diqedin jin dixwazin dubare tevlî kursên din bibin lewre li wan deran ji barê xwe rizgar dibin. Parve dikin, hilberînê dikin. Ji ber vê ev navend ji bo me pir girîng in.”

‘Ji bo jiyana bê şîdet…’

Gunay Yakut got ku ji bo jin bê şîdet bijîn, ew li bajar bi sazî û dezgehên din re di nava hevkariyê de ne û wiha domand: “Em tenê bi derfetên şaredariyan vê pirsgirêkê çareser nakin, di heman demê de dînamîkên li bajar jî em tevlî dikin.  Hem şaredarî di navbera xwe de hevkariyê dikin hem jî mirovên li bajar, sazî û dezgeh, rêxistinên civaka sivîl, ji bo jiyana bê şîdet destekê didin jinan. Ji bo jinên ku di pêvajoya hevberdanê de ne û bi zarokên xwe re dixwazin jiyana bê şîdet ava bikin, derfetên kar hatin avakirin. Di çarçoveya projeyên ku bi karsazên di beşên cuda de kir re, ji bo jinan derfetên kar çêbûn.”

Komên hilberînê yên di bin banê şaredariyê de derfetên kar ava dikin

Gunay Yakut diyar kir ku li Şaredariya Peyasê ji bo jinan komên hilberîner hatine avakirin û di wan koman de jinên ku dixwazin xwedî dahata aborî bin û jiyana bê şîdet bijîn dixebitin got ku li navendên hilberînê firotin jî ji aliyê jinan ve tê kirin.

Gunay Yakut behsa Sûka Keda Jinan jî kir û wiha domand: “Li Sûka Keda Jinan bufe hene û di wan bufeyan de jin berhemên ku bi destên xwe çêkirine difroşin.  Heta demek jin di wan bufeyan de dixebitin, piştî ku baş serwext dibin, di warên din de dibin xwedî kar, dûre jinên din bufeyê dixebitînin. Ger jin di warê aborî de xwedî hêz bin dikarin pêşî li şîdetê bigrin. Em ji her warî ve hewl didin jinan bi hêz bikin.”

Gunay Yakut wiha berdewam kir: “Ji bo ku dîrok, tecrube û hilberîneyar jinan were dîtin, me Pirtûkxaneya Jinan a Peyasê ava kir. Armanca din a bi avakirina pirtûkxaneyê; nîşandana dîrok û tecrubeyên jinan e. Bi wê yekê me xwest em cihekî ava bikin ku jin werin ba hev, tecrubeyên xwe parve bikin û bîra wan a civakî bi hêz bikin. Pirtûkxane veguherî navendeke ku berhemên jinên nivîskar, xebat û lêkolînên ji bo dîrok û bîra jinan werin kirin. Li wê derê broşurên sazî û rêxistinên jinan, raporên wan hene. Ji roja ku pirtûkxane vebûye ve heta niha, atolyeyên xweser hene, jin rojane tecrubeyên xwe û çanda xwe ya berxwedanê parve dikin.”

Li Amedê di nava meh û nîv de 5 jin hatin kuştin

Gunay Yakut got ku şîdet zêde bûye û polîtîka li dijî şîdetê nebes dimînin, bi bîr xist ku li Amedê di meh û nîv de 5 jin hatine kuştin, jinek bi awayê bi guman miriye û wiha berdewam kir: “Di 6 mehên destpêka 2025'an de 136 jin hatin kuştin. 90 ji wan di nava malan de hatin kuştin. Gelek jinan ji ber ku hevberdanê xwestin hatin kuştin. Li Amedê di 1,5 de pênc jin hatin kuştin sê ji wan ji 25 salî biçûktir bûn. Sê jin jî ji aliyê mêrên bi wan re zewicandîbûn ve hatin kuştin. Wan her sê jinên ku ji ber şîdetê hevberdanê xwestin, dema ku hatin kuştin li ber çavên endamên malbatê yên ku bi wan re şêwirîbûn hatin kuştin.”

Kampanyayên li dijî şîdetê

Gunay Yakut got ku piştî hatine ser rêveberiyê dest bi kampanyayên li dijî şîdetê kirine û got: “Şaredariyên DEM Partiyê sala par di roja 13’ê Mijdarê de bi şiara ‘gotina me neqediya, em ê bi hev re dawî li şîdetê bînin’ dest bi kampanyayê kirin. Me xwest em xwe bigihîjînin hemû jinên li bajar, li herêmê, cihên ku jin bikaribin serlêdan bikin vekin, bi hev re têbikoşin û pêşî li vê pirsgirêka civakî bigrin. 8 meh in kampanya didome û piştî 8 mehan kampanya gihîşt asteke wiha: Şaredariyên DEM Partiyê di mehên havînê de li parkan, li ser bûyerên kuştina jinan û şîdeta li ser jinan forûman li dar xistin. Em kom bi kom diçin parkan bi jinan re sohbet dikin. Em der barê navendên ku di dema şîdetê serî li wan bidin de agahî didin wan. Bi vê kampanyayê re me pir bi zelalî dît ku; di qadên giştî de 10 sal in ji jinan re tu cih tunebûye, nikaribûne tiştek bibêjin. Jinên ku li cihekî dixebitin, pir bi hêsanî rewşê anîn ziman. Ev yek hêzê dide mirov. Bêguman ev xebat bi serê xwe nikarin pêşî li şîdet û kuştina jinan bigrin lê em jin dizanin ku cihê em gotinên xwe lê bibêjin hene. Hatina ba hev a jinan û tecrube, nîqaş, parvekirina tecrubeyan hêzê dide me.”

‘Piştî forumên li parkan deh jinan serî li şaredariyê dan’

Gunay Yakut wiha berdewam kir: “Xebatên me yên li parkan dê ji bo tiştan bi xwe re bîne lewre li çar parkan heta niha me xebat meşandin û dê ev xebata me heta dawiya meha Îlonê bidome. Di xebata me ya li çar parkan de me bi 800 jinan re hevdîtin kir. Piştî wan hevdîtinan 10 jinan bi giliya şîdetê serî li şaredariyê dan. Li ser jinan zextên civakî hene, normên ku şîdetê di nava malbatê de vedişêrin tên ferzkirin. Dema ku serî li mekanîzmayek didin, ji wan re dibêjin ‘pêşî biçin di nava malbatê de çareser bikin.’ Ji ber vê yekê dema jin rastî şîdetê tên, nikarin serî li saziyek bidin. Di dema nû de em ê em bi hevdîtinên bi jinan re hem jî serdanên malan re hem jî li ser hevdîtinên li parkan raporek eşkere bikin. Di vê xebatê d jin nîşanî me didin ka divê di dema li pêş de em ê xebateke çawa bikin. Dema ku em xebatek dimeşînin, em bi jinan re biryar didin.”

Li dijî şîdetê rola rêveberiyê herêmî

Gunay Yakut, axaftina xwe bi balkişandina ser rola rêveberiyên herîmî ya li ser jinan û wiha got: “Rêveberiyên herêmî qadên ku em ji bo hebûna jinan têdikoşin, xwedî li keda wan derdikevin, mekanîzmayên ku jinan bi hêz dikin in lewre me dît ku rêxistinbûna cihî, hevgirtin çiqas girîng û tecrubeyên me yên xebatê yên bi salan hene. Di 8 salên ku qeyûman avêtibûn ser rêveberiyên herêmî de jî rêxistinên jinan û tevgera jinan her dem xwe bi rêxistin kirin, mekanîzmayên têkoşînê ava kirin. Di heman demê de navendên şêwirmendiya jinan ên ku hinek berê me behs kirin jî encamên vê mekanîzmayê û têkoşînê ne.”

‘Armanca me ew e ku em komên xwe yên hilberînê zêdetir bikin’

Gunay Yakut bal kişand ku dijberî polîtîkayên ku jinan hepsê nava malê malê dikin, ew polîtîkaya ku jinan derdixe nava civakê û saziyan dimeşînin û gotinên xwe wiha domand:

“Em bi jinan re tên ba hev, li ser zayenda civakî, hezkirina zayend, mafên xwe yên zagonî de atolyeyan li dar dixin. Em ê van atolyeyan bidomînin û armanca me ew e em komên xwe yên hilberîner zêde bikin. Yek ji wan jî bexçeyê tibî yê Şaredariya Peyasê ye. Em jin xwedî bîreke şîfager in, dayîk û dapîrên me xwedî tecrube bûn, tendirustiyê dizanibûn. Li vê bexçeyê tibî yê aromatic jin tên ba hev, ji wan giyayan berheman çêdikin. Ev yek ne tenê ne ji bo jinên li bajar, ji bo em jinên li gundan û bajaran bînin ba hev, wê bîrê bi hev re derxin hole û komên hilberîner ava bikin.”

‘Ji bo têkoşîna bi hev re û rêxistinbûna bi hev re…’

Gunay Yakut diyar kir armanca rêveberiyên herêmî ew e ku bajaran bikin mekanên ku jin li wan bi azadî bijîn û bi wê îdiayê xebatên xwe didomînin. Gunay Yakut, wiha bi dawî kir: “Weke muduriyetên polîtîkayên jinan, armanca me ew e em bi hemû jinên li bajar re werin ba hev, bi hev re bin, bi hev re têbikoşin. Li dijî şîdeta li ser me, baweriya me bi hêza têkoşînê heye. Ji ber vê yekê, dema ku cîran, em, xizmek me rastî şîdetê tê divê em bizanibin ku navnîşanek em serî lêdin heye. Jinên ku pêdiviya wan bi destekê heye, em hemûyan vedixwînin navendên şêwirmendiyê, j bo şêwirmendiya bi hev re, têkoşîna bi hev re û rêxistinbûna bi hev re.”