‘Şaredarî bingeha sîstema netewa demokratîk e’
Hevseroka Şaredariya yekem a Qamişloyê Bêrîvan Omer destnîşan kir ku şaredarî, bingeha sîstema netewa demokratîk e û ji gel xwest ku ji wan re bibin alîkar.

NEXEM ÇAÇAN
Qamişlo – Bi destpêkirina Şoreşa Rojava re di her alî de saziyên xizmetê hatin wekirin. Yek ji wan, şaredarî ye ku tevî hemû zehmetiyan û bêderfetiyan jî hewl dide pêwîstiyên gel pêk bîne. Di dawiya Îlona sala 2012’an de, ji bo ku ji gel re xizmetek baş bê pêşkêşkirin, Şaredariya Gel a bajarê Qamişloyê hat avakirin. Şaredariyê roj bi roj kar û xebatên xwe berfirehtir kir û domand. Tevî êrîşên heyî yên li ser herêmê û rewşa zehmet ya aborî jî, şaredariyê xebatên rêvebirin û pêşkêşkirina xizmetkirina civakê yên wek; ekolojî, paqijî, sîstema riyên bajar û gundewarên wê di asteke baş de domand. Her wiha ji bo xizmeta gel bi dehan projeyên xizmetê pêk anîn.
Derbarê proje, kar û xebatên Şaredariya gel a bajarê Qamişlo de, hevseroka şaredariya Qamişloyê û Berdevka Yekîtiya Şaredariyên Cizîrê Bêrîvan Omer ji ajansa me re axivî.
Di sala 2012’an de yekem şaredarî hat avakirin
Bêrîvan Omer di despêka axaftina xwe diyar kir ku şaredariya yekem li bajarê Qamişloyê hatiye avakirin. Bêrîvan ragihand ku di sala 2011’an de piştî qeyrana ku Sûriye tê de derbas bûye, saziyên dewletê yên ku li herêmê ne, vekişiyane û gel rastî gelek zehmetiyan hatiye. Bêrîvan destnîşan kir ku xelkê bi xwe di nav taxan de komîte ava kirine û ev agahî dan: “Van komîteyan hemû kar û xizmetên jiyanî yên gel dimeşandin. Xebatên mîna paqijî û peydakirina avê. Ev komîte li Taxan bûn kakilê avakirina Şaredariyan. Di 1’ê Kanûna 2012’yan de Şaredariyan sazbûna xwe eşkere kirin û li gelek herêman dest bi xizmetê kirin. Di sala 2014’an de Rêveberiya Xweser hat ragihandin û dest bi amadekirina Zagonên Şarederiyan hat kirin.”
‘Meclîs û hevserok ji nav gel hatin hilbijartin’
Bêrîvan Omer da zanîn ku di sala 2015’an de cara yekem li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hilbijartinên Şaredariyan hatine destpêkirin û wiha got: “Ew hilbijartinên yekemîn bûn ji bo Rêveberiya Xweser. Meclîs û hevserokên şaredariyan ji nav gel dîrekt hatin hilbijartin. Di sala 2017’an de dest bi haziriyên federaliyê hat kirin. Şaredariyê jî wekî beşek ji wê, cihê xwe di nav Meclîsên Gel de girt. Di sala 2024’an de zagonek nû ji şaredariyan re hat avakirin ku şaredarî têkiliyên gel bi rêveberiyan û komînan re ava bike. Her wiha şaredarî bibin deng, rastî, îradeya gel temsîl bike û xweser be. Di aliyê rêveberî û aborî de xweser be ku ji bo ku xizmetek zûtir bike. Şaredarî bingeha sîstema netewa demokratîk e.”
20 bîrên nû yên avê hatin kolandin
Bêrîvan Omer derbarê proje, kar û xebatên Şaredariya Qamişloyê de agahî da û anî ziman ku pirsgirêka esasî ya qutkirina avê, elektrîk e û wiha axivî: “Xizmetên easasî yên ku şaredarî ji despêka avakirina wê de pê re mijûl dibe, yên wekî rê, seleb, peydakirina avê, vekirina parkan, çandina daran, sîstema bajar ku wekî nexşeya rêxistinî ya bajar bê avakirin û em dişopînin, ji bo ku destdirêjî li ser kolanan çênebe. Projeyên mezin ên ku şaredariyê pêk anîn, cihê çopê ku bi salan li bajarê Qamişloyê zehmetî tê de hebû, hat veguhestin û li şûna wê daristan hat avakirin. Îsal şaredariyê projeyên avê pir dan pêş, ji ber ku van salên dawî pir zehmetî di peydakirina avê de derdiket, şaredariyê 20 bîrên zêde koland. Taxên li bajarê Qamişlo yên ku pirsgirêkên avê tê de hene hatine naskirin, şaredarî hewl dide ku van pirsgirêkan çareser bike. Gelek sedemên esasî yên pirsgirêkên avê hene, ya esasî eletrîk e. Ji ber ku îstasyonên avê bi piranî bi elektrîkê kar dikin û ava li Bendava Firatê daket, elektrîk naghê Cizîrê.”
‘Pirsgirêka avê havînan zêdetir dibe’
Bêrîvan ragihand ku hewl dane bi Desteya Ênerjiyê saetên elektrîkê zêdetir bibe û wiha pê de çû: “Piştî zêdebûna seetên elektrîkê, pirsgirêka avê hinek çareser bû. Di salên dawî de hejmara gel li bajarê Qamişlo zêde bûye. Ji ber ku gelek koçberî di hundirê Sûriyeyê de çêbû, bajarê Qamişlo bû navendek ku gelek kes xwe lê radigrin. Pirsgirêka avê havînan zêdetir dibe. Ji ber ku pêwîstiya gel bi avê heye, pirsgirêkên cuda jî hebûn, wek tamîrkirina îstasyonan. şaredariyê civînek bi gel re li dar xist, daxwaziya gel a esasî av bû. Pirsgirêkên xeta di navbera bajar de hatin çareserkirin. Kolanên sereke li bajarê Qamişloyê hatin zîftkirin û anha kolanên di navbera taxan de tên zîftkirin.”
‘Hemû biryarên Şaredariyê gerek ji komînê bên’
Bêrîvan Omer diyar ku di şaredariyê de projeyên jinan hene, şaredarî ya gel e û rola wê pêkanîna nerîna gel e. Bêrîvan balkişand ser biryara Meclîsa Jinan a Şaredariya ku bi salan e ji sedî 10 bi taybetî ji bo projeyên jinan hatiye avakirin. Bêrîvan armanca wan wiha vegot: “Ji bo teşwîqkirin çêbibe ku ne tenê projeyên giştî, yên jinan jî bi taybetî çêbin. Em li bajaran kom dibin bi komîn, meclîs û rêxistinên jinan re tên ba hev. Li Dêrikê navendek jinan ji bo fêrkirina hemû tiştên teknolojîk hat avakirin û li gorî pêwîstiya bajaran navend tên avakirin. Em amadekariya stadyumek jinan dikin ku diyariyî spora jinan dikin.”
‘Em hinek civînên xwe bi weşana zindî dikin’
Bêrîvan ragihand ku projeyek li ser kar dikin jî, têkildarî çareserkirina pirsgirêka ava Ceqceqe ye û wiha got: “Meclîsa şaredariyê ji nav gel tê hilbijartin. Hejmar 40 kes e, hemû biryarên şaredariyê gerek bi erêkirina wan be. Hemû biryarên şaredariyê gerek ji Komînê werin, çi karê ku di hundirê bajar de pêk tînin, gerek Komîn erê bike. Em dixwazin qanalên ragihandinê nû vekin. Em li ser rûpela şaredariyê her tiştê ku dikin em parve dikin. Heta di hinek civînên xwe de me weşana zindî vekir. Wekî civîna nirxandina jeneratoran me weşana zindî vekir ji bo her kes bibîne ku me çawa biryar stendiye. Em raporên xwe yên aborî amade dikin ji bo ku di rûpelên giştî de parve bikin.”
‘Pêkhatina hinek sîstemên Şaredariyê zehmet bû’
Bêrîvan Omer destnîşan kir ku zehmetiyên şaredariyê gelek in û wiha berdewam kir: “Bajar bi avakirinekî bêpayîn hatiye avakirin ku xetê avê û selebê kevn in. Pir zehmetî hene. Ji ber ku ev bajar erda êrîşan bû, bi sedema ku bi salan e herêma me di bin êrîşek demkî ku cihê wê yên jiyan giran hemû bombebaran kir, hinek sîstemên şaredariyê zehmet bû ku pêk werin. Em dixwazin gav bi gav û beş bi beş nû bikin. Hejmarên erebeyan li bajarê Qamişloyê nayê hilgirtin. Planek nû yê şaredariyê heye ku kolanan fireh bike. Tevî gelek zehmetiyên ku heye jî, karê Şaredariyê berdewam e. Hêviyên me hene ku girîngiyek pir mezin ji bo navendên xizmetguzarî, nevendên ku xebatên wan bi gel re û şaredariyê re hene, bê dayîn.”
‘Jin dikare her karî bike’
Bêrîvan Omer da zanîn ku jin rolekî girîng di şaredariyê de dilîze û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Di şaredariyan de sîstema hevserokatî heye û li her şaredariyê hevseroka jin heye. Dema şaredarî hat avakirin di hundirê wê de Ofîsa Jinan jî hat avakirin. Di meclîsa giştî ya şaredariyê de 50 jin û 50 mêr hene. Bi zagona nû re, di hemû şaredariyan de Meclisên Jinan hatin avakirin. Hemû biryarên girêdayî jinan di bin berpirsyariya wan meclîsan de ne. Berdevkiya Meclîsa Jinê di hemû şaredariyan de hatiye avakirin. Ev rola jinan di biryaran de zêdetir dike da ku projeyên jinan bipêş bikevin. Em hewl didin ku hejmarên şaredariyê yên jinan zêde bikin. Me salek beriya niha ragihand ku jin dikarin otopêzên gel bajon. Jin dikare her karî bike. Em ji gelê Qamişloyê dixwazin ku zêdetir alîkariya şaredariyê bike.”