Şandeya Komîsyona Meclisê ji Îmraliyê vegeriya

Komîsyona Meclisa Tirkiyeyê ya ku bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk anî, ji Îmraliyê vegeriya.

Navenda Nûçeyan – Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê, piştî ku li Îmraliyê bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk anî, ji giravê vegeriya.

Di şandeya ku ji aliyê Komîsyonê ve hatibû destnîşankirin de, Serokwekîla Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Gulistan Kiliç Koçyîgît, Cîgirê Serokê Giştî yê MHP’ê Fetî Yildiz û Cîgirê Serokê Giştî yê AKP’ê Huseyîn Yayman cih digirin.

Têkildarî hevdîtinê daxuyaniya şandeyê tê payîn.