Şandeya jinên femînîst serdana Şaredariya Wanê kirin
Komek jinên femînîst ku çûn serdana Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê, diyar kirin ku ew li dijî qeyûman îradeya gel diparêzin û banga xwedî derketina li şaredariyan kirin.

Wan-Komeke jinên femînîst ku ji bo serdanan hatibûn Kurdistanê, serdanên xwe didomînin. Jinên femînîst îro jî çûn serdan Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê. Hevşaredar Neslîhan Şedal, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), hevşaredarên jin yên naçveyan pêşwazî li şandeyê kirin. Jin di odeya civînê de hatin gel hev û banga piştevaniya hevpar kirin.
Li ser navê TJA’yê Çaglar Demîrel axivî û da zanîn ku bi salan e li dijî zîhniyeta serdest têdikoşin.