Şandeya DEM Partiyê ji Îmraliyê vegeriya
Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê, piştî hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re ji Girava Îmraliyê vegeriya.
					Navenda Nûçeyan – Endamên Şandeya Îmraliyê yên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Pervîn buldan, Mithat Sancar û Parêzerê Buroya Hiqûqê ya Asrinê Faîl Ozgur Erol piştî hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re ji Girava Îmraliyê vegeriyan.
Hevdîtin nêzî 5 saetan dewam kir. Tê payin ku şande wekî hevdîtinên din, daxuyaniyeke bi nivîskî belav bike.