Şandeya DEM Partiyê çû Îmraliyê
Şandeya DEM Partiyê ji bo bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtinê pêk bîne çû Girava Îmraliyê.

Navenda Nûçeyan- Şandeya DEM Partiyê ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re çû Girava Îmraliyê.
Parlamenterên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Sirri Sureyya Onder û Pervîn Buldan ji bo hevdîtina bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re çûn Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê. DEM Partiyê ragihand ku şandeya wan ji Sirri Sureyya Onder û Pervîn Buldan pêk tê.