Şandeya DEM Partî ji Îmraliyê vegeriya
Şandeya DEM Partiyê li Girtîgeha Îmraliyê bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtin kir. Hevdîtin 4 saetan dom kir.

Navenda Nûçeyan – Şandeya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtin kir. DEM Partiyê ragihand ku di şandeya wan de Sirri Sureyya Onder û Pervîn Buldan cih girtine.
Hat zanîn ku hevdîtina di navbera Şandeya DEM Partiyê û Abdullah Ocalan de 4 saetan domiyaye. Şande, piştî hevdîtinê ji Îmraliyê vegeriya.
Hat hînkirin ku dê şandeya Îmraliyê sibê bi awayekî nivîskî daxuyaniyê bide.