Şandeya aktîvîstên jin ên enternasyonal serdana gaziyên şer kirin

Şandeya aktîvîstên jin ên enternasyonal serdana Federasyona Gaziyên Şer ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kirin û di hevdîtinên xwe de bal kişandin ser girîngiya yekîtî û hevgirtina jinan a navnetewî.

Navenda Nûçeyan – Bi armanca nirxandina şoreşa Rojava û rola gaziyan bi taybet gaziyên jin. Şandeya çalakvanên jin ên enternasyonal serdana Federasyona Gaziyên Şer ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê (FGBRS) kirin û hevdîtin pêk anîn. Şande ji hêla gaziyên şer ên FGBRS'ê ve hatin pêşwazîkirin.

'Yekîtî û hevgirtina jinan a navnetewî girîng e'

Hevdîtin bi nîqaş û nirxandina Şoreşa Rojava pêk hat. Her du aliyan bal kişandin ser girîngiya rola gaziyan bi taybet gaziyên jin di nava şoreşê de. Her wiha hate eşkere kirin ku tevî rewşa tendrustiyê yên gaziyan jî ew cih di nava şoreşê de digrin û erkên xwe yên pêşxistina şoreşê û belavbûna fikir û ramanên azadiyê li cîhanê hildidin ser piya.

Di heman demê de şande û gaziyan dest nîşanî girîngiya yekîtî û hevgirtina jinan a navnetewî kirin.

Şandeyê jinan di nîqaşên xwe de dan zanîn ku ew bi şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi taybet bi şoreşa jinê gelek bandor bûne û ev şoreş êdî bûye şoreşek cîhanî.