Şandeya Şengalê li Berlînê hevdîtinan kir

Şandeyek ji Şengalê ku Hêza Şengalî jî di nav de bû li Berlînê bi parlamenteran re hevdîtin kirin.

Navenda Nûçeyan- Şandeyek ji Şengalê ku Hêza Şengalî pêşengî jê re dikir, li paytexta Elmanya Berlînê rêze hevdîtin pêk anî.

Şandeya Şengalê bi hevkariya Mala Êzidiyan a Berlînê û Meclisa Binevş Edessa li parlamentoya Elmanyayê bi nûnerên partiyên siyasî re rûniştin.

Şandeya Şengalê bi hevseroka Partiya Çep Janine Wiesler, parlementerê SPD’ê Dirk Ulrich Mende, seroka Komîsyona Mafên Mirovan a Meclisa Berlînê Renata Alt, parlamenterê Partiya Çep ê Berlînê Ferhat Koçak, Berdevka Saziya Jina Deutscher Frauenring û bi Damigra re hevdîtin pêk anî.

Di hevdîtinê de der barê rewşa Şengalê û metirsiya êrîşên li ser Şengalê de, rewşa dersînorkirina Êzidiyan û rewşa civaka Êzidî ya li Elmanya de nîqaş hatin kirin.