Şandeya Îmraliyê ji bo hevdîtinê bi rê ket
Endamên Şandeya Îmraliyê ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re, ber bi Îmraliyê ve bi rê ketin.
Navenda Nûçeyan – Serokwekîla Meclisê û endama Şandeya Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Pervîn Buldan, Wekîlê Rihayê Mîthat Sancar û ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê Faîk Ozgur Erol, ji bo hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re ber bi Girava Îmraliyê ve bi rê ketin.
Şande, piştî hevdîtina Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê cara ewil e diçe serdanê.