Şanaz Refîq: Li gorî salên borî zêdetir daxwaz ji bo cilên Kurdî heye
Bi hatina werza bihar û Newrozê re, jin bi girtina cilên Kurdî zêdetir girîngî didin parastina cilên neteweyî. Xwediya Navenda Çanda Dîzaynê Şanaz Refîq got: “Jin gelek girîngî didin cil û bergên Kurdî.”
MÎHRÎBAN SELAM
Helebce – Dema werza biharê tê, li herêma Kurdistanê welatî, bi taybet jin dixwazin biçin nava xwezayê. Cil û begên xwe yên Kurdî li xwe dikin û ji bo geştê diçin cihên xwezayî, bi cil û bergên xwe yên Kurdî yên rengîn bi xwezaya rengîn re dibin yek. Girîngîdayîna wergirtina cil û bergên Kurdî sal bi sal zêdetir dibe.
Xwediya Navenda Çanda Dîzaynan Şanaz Refîq ku cil û bergên Kurdî yên jin û zarokan çêdike ji ajansa me re axivî û got: “Ev çar sal in min navendek ava kiriye, cil û bergên Kurdî yên jin û zarokan çêdikim. Cil û bergên me yên ji bo zarokên 6 salî hene û ji bo hemû temenan em cil û bergên Kurdî çêdikin. ”
‘Ji berê ve zêdetir daxwaz li ser cilên Kurdî heye’
Şanaz Refîq da zanîn ku niha ji ber navendên cilên Kurd û dîzaynan zêdetir daxwaz ji bo cilên Kurdî heye û got: “Li gorî salên borî daxwazeke zêde ji bo cilên Kurdî heye, ji ber ku bihar û cejna Newrozê bi hev re hatin, zêdetir xelk cilên Kurdî li xwe dikin û îsal daxwazeke zêde ji bo kofî û kumên ser cilên Kurdî hebû bi taybetî ji bo zarokan. Yên ku tên vê derê sê sal in piranî daxwazin cilên Kurdî bi modela Kurdî çêkin. Beriya demek modelên cuda çêdikirin lê belê ev sê sal in vegeriyan mijarên çandî û hewl didin jin bi cil û bergên Kurdî werin dîtin.”
‘Hilbijartina rengan li gorî kesan tê guhertin’
Şanaz Refîq îfade kir ku jin di cil û bergên Kurdî de hemû rengan tevlîhev dikin û dema diçin nava xwezaya biharê dîmenek bedew derdikeve. Şanaz Refîq têkildarî daxwaza jinan îsal li ser kîjan rengan e wiha got: “Îsal demek rengê qehweyî moda bû. Reng li gorî kesan tê guhertin lê belê bi awayek giştî qehweyî gelek kes tercîh dikin. Yên ku tên gel me em ji wan re dibêjin em ê rengekî guncaw ji we re çêkin an kiras tînin dibêjin kîjan ji bo me guncaw e. Bi xwe cil û bergan tînin û em ji wan re çêdikin. Ji ber ku cil û bergên Kurdî sembola neteweyî ye, jin zêdetir cil û bergên Kurdî bi kar tînin.”