Şanaz Îbrahîm: Guherîna zagonê xeteriyek li ser mafê jinan e

Şanaz Îbrahîm Ehmed ragihand ku pêşniyara guhertina Zagona Rewşa Kesane cihê xemgîniyê ye û wê ev guhertin ji bo pêşketinên me yên bi dehan salan yên di dabînkirina mafên jin û zarokan de bibe metirsî.

Navenda Nûçeyan – Di 4’ê Tebaxa 2024’an de li Parlamentoya Iraqê runiştina yekemîn û di 12’ê Îlonê de jî runiştina duyemîn ji bo guherîna Zagona Rewşa Kesane ya hejmar 188 ya sala 1959’ê hate kirin. Li gor dîtinên pisporan eger ev zagon were guherîn wê mezhebgerî kûrtir bibe, mafê jin û zarokan wê hîn zêdetir were binpêkirin.

Her wisa wê bi vê guherînê di dema cudabûna jin û mêr de wê mafê dayiktiyê û mîras jî ji jinê were standin û wê rê ji zewaca zaroka keç ya 9 salî û zarokê kur yê 15 salî, zewaca ji derveyî dadgehê re bê dayîn. Nerazîbûnên li dijî guherîna Zagona Rewşa Kesane zêde dibe.

Endama Desteya Rêveber ya Mekteba Siyasî ya YNK’ê Şanaz Îbrahîm Ehmed li ser projeyasaya guhertina Zagona Rewşa Kesane, li ser medya dijîtal ‘X’ê peyamek parve kir.

‘Xeteriyek li ser mafê jin û zarokan e’

Şanaz Îbrahîm Ehmed destnîşan kir ku pêşniyara guhertina Zagona Rewşa Kesane ya li Iraqê cihê xemgîniyê ye, ji ber ku hin ji van guhertinan dibe ku metirsiyê li pêşketinên me yên bi dehan salan yên di dabînkirina mafên jin û zarokan de bike û wiha got: “Herêm ji bêîstiqrariya siyasî bigire heta qeyranên aborî ru bi ruyê gelek pirsgirêkên mezine. Ji ber vê yekê ne guncawe ku em siyaseteke ku civakê hîn zêdetir parçe bike, an jî mafên jin û zarokên me bixe xeteriyê, pêşniyar bikin. Gelek mamostayên olî, parêzer û çalakvanan ev guhertin rexne kirin û hişyarî dan ku dibe ku ew rola desthilata dadweriyê di parastina beşa civakê ya herî lewaz de bêbandor bikin. Divê em bi ciddî guh bidin van hişyariyan. Divê parlementer û desthilata dadwerî ji bo ku her guhertinek bi tevahî zelal û vekirî be xebat bikin, her wiha destûr nedin ku guhertin li dijî destûr û çarçoveya yasayên neteweyî û navneteweyî bin, bi taybetî jî mijara zewaca zarokan.”