Şampiyona gureşê Masume Suleymanî: Saziyên ewlekariyê gefan li min dixwin

Aktivîsta sivîl û şampiyona gureşê Masume Suleymanî, di vîdyoya li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal de behsa zextên saziyên ewlekariyê cezayên ku girtine û gefên li tên xwarin kir û got “Ez ji gelê Îranê bi şeref dixwazim bibin dengê min”

Navenda Nûçeyan – Aktivîsta sivîl û şampiyona gureşê ya berê Masume Suleymanî, ji ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal vîdyoyek weşand der barê zextên saziyên ewlekariyê û cezayên ku dane de agahî dan. Masume Suleymanî, bi gotinên; “Bedela azadiya parvekirina wêne yan jî çîrokek an gule yan jî girtîgeh e” rewşa ku dijî vegot.

Masume Suleymanî, li ser azadiya li welatên din got: “Gelek kes, bêyî ku sergirtin were ferzkirin bedşarî bernameyên televizyonê dibin an jî bêyî ku tu astengî hebe beşdarî çalakiyên dewletê dibin lê ji ber ku min wêne parve kir rastî mudaxeleyê hatim.”

Masume Suleymanî gendeliyên pergalî rexne kir û wiha domand: “Li vê derê tu kes bi gendelî û diziya pergalî re têkildar nabe. Kesên diz pir bi hêsanî digihîjin astên bilind an jî pereye gel didizin, ji Îranê derdikevin û di vîlayên ku kirine de dijîn. Zagon ji bo hemû kesan wekhev nîn in; li gorî kesan diguhere.”

‘Ez ê di bin çavdêriya îstîxbarat ve Muhafizên Şoreşê de bim’

Masume Suleymanê behsa dosyaya xwe jî kir û ev agahî dan: “Ê giliyê min kir û dozgerî ye. Ji min re gotin ku mafê min tune ye ez hukum bikim, dosyaya min a ewlehiyê ye. Gotin ku şeş meh divê di bin çavdêriya Muhafizên Şoreşê û îstîxbaratê de neçar im biçim kursan.”

‘Kesên ku tenê karê wan kuştin û tecawiz û tu tişt ji îslamê fam nakin niha dersa exlaq didin min’

Masume Suleymanî bûyerên di sala 2019’an de bi bîr xist, saziyên ewlekariyê sûcdar kir û wiha got: “Di sala 2019’an de wan karmendên ku fikrên wan tenê kuştin û tecawiza bû, tu tiştî ji îslamê fam nedikirin;  wan kesên ku gefa kuştin û tecawizê li min xwarin. Bi cîhaza şoke, gaza îsotê û zincîrê êrîşê min kirin û cilên min qetandin… Niha dixwazin dersa exlaq bidin min.”

Masule Suleymanî diyar kir ku wê wêneyê aktivîsta sivîl a ceza girtibû di hesabê xwe de parve kiriye û wiha vê pirsê kir: “Gelo li ku derê cîhanê dayîkek ducanî ji ber parvekirina wêneyek wiha davêjin girtîgehê?”

Masume Suleymanî herî dawî bang li gelê Îranê kir û got: “Ez ji gelê Îranê yê bi şeref dixwazim bibin dengê min.”