Şahidiyên Fermanê: Gelek kes neçar man zarokên xwe li pêy xwe bihêlin
Dayîka Sarê ku di dema Komkujiya Şengalê de li wir bûye, destnîşan kir ku 9 rojan li çiya mane, li çiya gelek kes ji ber tîbûn û birçîbûnê mirine, gelek kes jî ji neçariyê zarokên xwe li pey xwe hiştine û meşiyane.

CÎLAN ROJ
Şengal – Di 3’yê Tebaxa 2014’an de çeteyên DAIŞ’ê di encama lihevkirineke hêzên navneteweyî û herêmî de êrîşî Şengalê kirin û di encamê de bi hezaran Êzidî bi hovane hatin kuştin, piranî ji wan jin bi hezaran kes jî hatin revandin. Jin rastî tecawiz û firotinê hatin hê jî aqûbeta bi hezaran jinan nayê zanîn.
Lê tiştê ku bû sedema trajediya ewqas mezin, gotegotên beriya fermanê bi zanebûn di nava civaka Êzidî de hatibûn belavkirin bûn. Bi mehan beriya ku DAIŞ êrîş bike hêzên weke pêşmerge û alîgirên wan destpêkê çekên di destên Êzidiyan de ji wan girtin û piştre jî gotin ‘Meraq nekin DAIŞ êrîş nake, em ê we biparêzin û ger DAIŞ were jî dê tenê rojek bimîne.’ Bi vî awayî civaka Êzidî bê parastin hat hiştin û ji bo vê bi fermana herî mezin a 21’emîn re rûbirû ma. Ji derxistina vê gotegotê diyar e ku hêzên navneteweyî û herêmî planeke çawa qirêj li ser civaka Êzidî çêkirine.
Li Şengalê tiştê herî bi êş hema bêje tu ji kê dipirsî ‘Fermanên berê hûn dizanin, mezinên me qal dikirin’ ji te re bersiva ‘em nizanin û mezinên me qet behs nedikirin’ didin. Derveyî hinek kesên temenê wan mezin agahiya tu kesî ji fermanên berê nîne, nav heye lê sedem û encam zêde nîne. Ji ber vê yekê heta fermana 3’yê Tebaxê kesî texmîn nedikir ku dê encama fermanê evqas giran be.
‘Pêşmerge bi şev beriya êrîşa DAIŞ’ê ji Şengalê reviyabûn’
Yek ji şahidên fermanê Sarê Berkat e ku di dema fermanê de bi malbata xwe re li Tilezêr diman. Mîna gelek kesan Sarê û malbata xwe ji ber fermanên berê nebihîstibûn, dema DAIŞ hatiye jî bawer nekirine dê êrîşî wan bike. Derbarê hatina DAIŞ’ê, kiryaren çeteyan ên li ser civaka Êzidî de Sarê Berkat ev tişt gotin: “Berê em nizanibûn ferman çi ye, mezinên me behs nekirin, yanî em nizanibûn bi fermanan çi bi serê civaka Êzidî ve anîne. Dema me bihîst ferman rabûye me bawer nedikir, ji ber me qet nebihîstibû. Dema DAIŞ’ê êrîşî Girzêrikê kir ji me re gotin dê heta êvarê biçin, gotegotek wisa ku bi zanebûn dihat belavkirin hebû. Ji ber vê xelk nereviya lê hinek kesan xwestin biçin, kesên alîgirên pêşmergeyan nehiştin tu kes ji gund derkeve. Jixwe beriya çete êrîş bikin çekên di destên Êzidiyan de hatibûn komkirin. Wisa xuya bû, dixwestin em hemû werin kuştin. Ji bo civak tedbîr negire agahiyên şêlo dihatin belavkirin. Heta ji me re gotin heta êvarê em ê vegerin mala xwe. Dema wisa gotin yekser her kesê bawer kir û heta sibehê me bi xwe digot em naçin ji ber me bawer kir. Me digot em naçin DAIŞ êrîşê me nake dê pêşmerge me biparêzin. Lê pêşmerge bi şev beriya êrîşa DAIŞ’ê ji Şengalê reviyabûn, dema em siharê rabûn me dît ku tu pêşmerge nîne.”
Bi keça xwe ya yekmehî re berê xwe da çiya
Sarê piştî êrîşa DAIŞ’ê û bihîstina revandina keç û jinan, bi malbata xwe re destpêkê berê xwe dide gundê Cidalê û piştre jî diçin gundê Qendîlê, sê rojan li wir dimînin. Sê roj piştî mayîna li gundê Qendîlê vê carê berê xwe didin Şebil Qasim û ji wir jî 9 rojan li çiyaya heta Geliyê Kersê bi meşê diçin. Dayîk dema behsa pêvajoya derketina ji gund û heta çûyîna Geliyê Kersê dike, bi van hevokan balê dikşîne ser neçariya însanan a li ser riya fermanê: “Keça min yekmehî bû, dema gotin jinan direvînin em yekser ji gund derketin. Em 9 rojan li çiya man. Gelek kes ji ber tîbûn û birçîbûnê mirin. Gelek kesan ji ber neçariyê zarokên xwe li pey xwe dihiştin.”
‘Hema bêje li gundê Sibayê hemû kes hatin kuştin û revandin’
Sarê di axaftina xwe de behsa tiştên ku tiyê wê ji wan re kiriye kir û wiha vegot: “Birayê hevjînê min behs kir got ku DAIŞ nêzî wan bûye lê ji ber çeteyan nas nedikirin, çete bi guleyan êrîşî wan kirine. Got li gundê Sibayê hemû malbatan qetil kirin, kesên ku berê xwe dane tanka avê hemû qetil kirin. Hema bêje li gundê Sibayê hemû kes hatin kuştin û revandin.”
Kesek ji malbatê nema
Sarê Berkat di axaftina xwe de tenê behsa cîranek xwe kir ku ev çîrok hovîtiya çeteyên DAIŞ’ê radixe ber çavan: “Cîranek me hebû ji wê cîranên me zêdetirîn 20 kes ji heman malbatê ketin destên DAIŞ’ê û yên mayîn jî hatin kuştin. Kesek ji wê malbatê nema. Ji yên ketin destê çeteyan jî tenê du bûk vegeriyan derveyî wan tu kes ji wê malbatê rizgar nebû. Ew her du bûk jî malbatên wan bi berdêla pere ji çeteyan girtin. Her wiha xwesûya min jî ketibû destên DAIŞ’ê lê piştî salekê hat rizgarkirin.”
Çîroka Ferman
Wekî me li jor jî diyar kir, dema fermanê keça Sarê ku navê Ferman lê kirine, yekmehî bûye. Me ji dayîkê xwest ku ji me re behsa çima heta yekmehî navê pitika wê nebûye, Ferman çawa bûye wê jî wiha behsa tiştên ku me jê pirsî kir. Sarê wiha got: “Dema fermanê keça min yekmehî bû. Heta fermanê jî me navek lê nekiribû. Ji ber beriya fermanê gotegotên dê DAIŞ êrîş bike hebûn û li holê nediyariyek hebû, ji ber vê me nav lê nekiribû. Dema fermanê di riya korîdora mirovî de hewa hingî germ bû, keça min ji german şîn bibû. Sayika ku me dibir Rojava keça min ji min girt û got ka Ferman bide min. Wisa navê keça min a yekmehî bû Ferman.”
Piştî vegera Şengalê naçin gundê xwe yê li Tilezêr
Dayê Sarê û malbata xwe piştî ku 4 mehan li Rojava dimînin, bi vebûna riya Şengalê re yekser vedigerin cih û warên xwe lê dema vedigerin naçin gundên xwe yên Tilezêr û tên li Geliyê Kersê bicîh dibin. Dayîk neçûyîna xwe ya Tilezêrê bi van hevokan tîne ziman: “Piştî fermanê ez bi xwe neçûme Tilezêr. Ji ber talan, wêrankirin û kavilan bêhna mirovan diçike. Beriya fermanê gundê me pir xweş bû, gelek kes hebûn lê piştî fermanê gund hat talankirin, kesek li kolanan nema. Niha veger heye lê êdî weke berê nabe. Ji ber hemû xanî hilweşiyane û li her derê şopên qetlîamê hene. Roja em vegeriyane heta niha tenê carek hevjînê min ji bo mala me ya li Tilezêr binêre çûye, ji derveyî wê em qet neçûn.”
Beriya fermanê û piştî fermanê rewşa jinên Êzidî
Beriya fermanê di nava civaka Êzidî de jin bi tu awayî ne xwedî maf bûn, bê îrade û rêxistinkirî bûn. Ji tiştê herî biçûk ê jiyanê jî bêpar bûn. Ji ber vê yekê di 3’yê Tebaxê de herî zêde jin rastî fermanê hatin. Lê piştî fermanê yên herî zêde ji her alî ve xwe birêxistin kirin jî jin bûn, ji bo ku careke din rastî fermanê neyên.
Der barê rewşa jinên Êzidî yên beriya fermanê û piştî fermanê de dayê Sarê ev şîrove kir: “Beriya fermanê mafên jinan tunebû derkevin ber deriyê xwe. Ji derveyî gundê xwe nizanibûn gundek din heye. Axaftina wan qedexe bû, derketina wan a derve qedexe bû. Karê wan tenê karê malê, anîna zarokan, serîtewandin, xizmeta zilam û hwd. bû. Jin hepsî malê bûn. Danûstendina malê jî zilam dikir û ji bo kincê xwe jî jin salê carek diçûn dikanek tenê ku hatibû diyarkirin. Ger beriya fermanê jin bikaribûna wesayîdan bajon dê gelek jin rizgar bûna. Ji ber ku dema fermanê gelek wesayîd ji ber kes nikaribû bajo li holê man her kesê bi peya berê xwe dan çiya. Ger jin bikaribûna xwe biparêzin û çekê bi kar bînin dê 2 çeteyên DAIŞ’ê nikaribûna sed jin û zilaman bidana pêşiya xwe û bibin. Lê niha her tişt guherî êdî Şengal ne Şengala berê ye û jin jî ne jinên beriya fermanê ne. Niha jin xwedî sekn, îrade û rêxistinê ne. Niha jinek dikare civakê birêve bibe.”
‘Êdî hêza me ya rêxistinbûnê heye’
Di dawiya axaftina xwe de Sarê Berkat destnîşan kir ku êdî hêza wan û rêxistinbûna wan heye, tiştê herî girîng êdî dijminên xwe baş nas dikin û heta dawî baweriya wan bi hêza wan, bi hêza jinên pêşketî û birêxistinkirî heye.