Şahidên kêliyên dîrokî: Biryardariya têkoşîna Kurdan di merasîmê de xuya bû

Merasîma îmhakirina çekan a Koma Aştî û Civaka Demokratîk, li cîhanê deng veda. Jinên siyasetmedar ên şahidî ji merasîmê re kirin, diyar kirin ku pêvajoya heyî, nîşaneya têkoşîn û vîna gelê Kurd e.

 ARJÎN DÎLEK ONCEL 

Amed – Di 11’ê Tirmehê de li Şikefta Casenê ya çoltera bajarê Silêmaniyê, Herêma Federal a Kurdistanê, gaveke dîrokî hat avêtin. Koma Aştî û Civaka Demokratîk, piştî banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi merasîmek çekên xwe îmha kirin.

Endama Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) ya Partiya Wekhevî û Demokrasiya Gelan (DEM Partî) Elîf Bulut û Berdevka Demê ya Partiya Azadiya Civakî (TOP) Pelîn Kahîlogûllari ku şahidî ji wan kêliyên dîrokî re kirin, ji ajansa me re axivîn.

‘Hesteke pênaseya wê pir zehmet e’

Elîf Bulut, diyar kir ku şahidî ji kelecana beşdarên merasîma îmhakirina çekan re kirine û wiha got: “Ev hesteke pênaseya wê pir zehmet e. Kelecanek pir mezin hebû. Li cîhanê mînaka van dîmenan nîn e. Ger hebe jî qonaxên pêvajoyên cuda ye. Şahidiya van kêliyan, berpirsyariyek cuda jî dide me. Ji ber pêdiviya vegotina atmosfera li wir û riya vê ya pêşerojê çêdibe.”

Elîf Bulut, kêliyên hatina 30 endamên Koma Aştî û Civaka Demokratîk a qada merasîmê şîrove kir û got: "30 kes hatin, barên xwe hiştin û çûn lê ew barê wan wê veguhere rêbaza têkoşîna demokratîk."

‘Koma 30 kesî pir zelal bû’

Elîf Bulut, di berdewamiya axaftina xwe de wiha axivî: "Ev ne tenê îmhakirina çekan bû, awayê îfadeyê ya di daxuyaniyê de û sekna 30 kesan pir zelal bû. Ruxmê daxwazên nebûna hestiyarî, girîn, dirûşm û çepikan jî beşdar piştî demek nikaribûn xwe bigrin lê belê ew pir zelal bûn. Ji ber tiştekî ku bawer dikin û hêvî dikin, pêk dianîn. Di rûyê wan de şanazî hebû. Hatina wan a bi biryar, sekna wan, gotinên wan ên zelal û kurt. Ji bo avakirina civakeke demokratîk divê gavên demokratîk bên avêtin. Divê reform û guherînên hiqûqî bên çêkirin.” 

‘Ji holêrakirina fikaran girêdayî hikûmetê ye’

Elîf Bulut, da zanîn ku PKK’ê gaveke girîng avêtiye û pêvajoyê derbasî qonaxeke din kiriye, wiha got: “Ji destpêka pêvajoyê ve daxwaza giştî ew bû ku; PKK çekan deyne. PKK’ê gavek avêt û her dem diyar dikin ku di vê gavê de bi biryar in. Lê ji ber ku dewletê gavekî neavêt, li dijî dewletê bêbaweriyek heye. Divê hikûmet vê bêbaweriyê ji holê rake. Gel ji her demê zêdetir baweriya xwe bi vê pêvajoyê tîne lê fikar jî hene, ji holêrakirina van fikaran girêdayî hikûmetê ye.”

‘Biryardariya têkoşîna Kurdan di merasîmê de xuya bû

Berdevka Demê ya Partiya Azadiya Civakî (TOP) Pelîn Kahînogûllari jî bal kişand ser têkoşîna Kurdan a ji bo welatekî demokratîk. Pelîn Kahîlogûllari bi gotinên; “Em ji bo li kêleka têkoşîna gelê Kurd a civaka demokratîk bin, hatin Silêmaniye” destnîşan kir ku di merasîma îmhakirina çekan a PKK’ê de, biryardariya têkoşîna ji bo civaka demokratîk baş xuya bûye.

Pelîn Kahînogûllari, wiha axivî: "Merasîmek gelek bihêz bû. Sekn û meşa hevalan a ji kêliya destpêkê heta dawî, nîşaneya têkoşîna heta roja me ya îro bû. Di merasîmê de têkoşîn, vîn û biryardariya salên dirêj a  gelê Kurd derket holê. Mîna ku di daxuyaniyê de jî hat diyarkirin, tu têkoşîn bê bedel û hêsan nîn e. Li pêşiya me pêvajoyeke têkoşînê ya nû, demdirêj heye.”

‘Têkoşîna hevpar a bindestan’

Pelîn Kahînogûllari bi gotinên: “Înşaya komarekî demokratîk û civaka demokratîk ku bi taybetî têkoşîna gelê Kurd, têkoşîna hemû kesên bindest hevpar bike, mîsoger bibe”, da zanîn ku heta temambûn û serkeftina pêvajoyê wê bibin perçeyek ji vê têkoşîna hevpar.

‘Têkoşîna Kurd wê pêşiya têkoşîna demokrasiyê ya li Tirkiyeyê jî veke’

Pelîn Kahînogûllari, axaftina xwe wiha domand: "Yek ji aliyên diyarker ên vê pêvajoyê jî aliyê civakî yê pêvajoyê ye. Pêvajoya ku guherînên hiqûqî û qanûnî diyar dike, di zemîna civakî de li gel hatina gelan û qezenckirina mafê jiyana welatiyên wekhev e. Di vê pêvajoyê de li rojavayê Tirkiyeyê jî behsa demokrasiyek ne mimkun e. Têkoşîna Kurd wê pêşiya têkoşîna demokrasiyê ya li Tirkiyeyê jî vebike. Hatina gel hev a gelan û têkoşîna hevpar a gelan wê bibe temînata bingehîn a vê pêvajoyê. Em ê jî weke partî, li kargeh, cihên kar û taxan ji bo mezinbûna hevpariya têkoşînê û qezenckirina vê têbikoşîn.”