Şahida Elewî: DAIŞ û HTŞ xwediyê heman feraset in
Jineke Elewî ya bû şahida komkujiyên li herêmên peravên Sûriyeyê diyar kir ku di piştperdeya komkujiyên ku ji aliyê HTŞ ve hatine kirin de gelek tişt hene û got ku DAIŞ û HTŞ heman ferast in.

SÎLVA ÎBRAHÎM– AVRÎN NAVDAR
Hesekê – Civaka Elewî li Sûriyeyê ji aliyê Heyet Tehrîr Eş-Şam ve rastî komkujî û bûyerên xwînmij hat. Ev komkujî bi armanca ku li Sûriyeyê dewlemendiya çandî û olî tune bibe û otorîteya zextê ya weke serdema rejîma Beasê were domandin hatin kirin.
Jineke Elewî ya bû şahida komkujiyan, behsa rastiyên ku hikûmeta demkî ya Sûriyeyê hewl dida ji cîhanê veşêre û manîpule bike kir. Tu tişt bi qasî dîtinê nikare bê vegotin. Ajansa me bi yek ji jinên ku bûne şahidên van komkujiyan re hevdîtin kir.
‘Guleyan li zikê jinek dan’
S.A. ya ji bajarê Banyasê ye, dema ku digot qey dê 8’ê Kanûna 2024’an bibe destpêke bi hêvî, nizanibû ku dê ev roj bibe destpêka komkujî û xwînmijiya li dijî civka Elewî. S.A. wiha dibêje: “Piştî hilweşandina rejîma Esad, me got qey li herêmên peravê dê bi teslîmkirina çekan lihevkirin çêbibe. Her kesî ji ber wê yekê çekên xwe teslîm kir. Piştî ku me çekên xwe teslîm kir, pê re êrîşî malên me kirin. Em derxistin derve xwestin em wek seyan bitewin, heqaret li me kirin û rûmeta me şikandin. Pêşî me got qey ev tişteke wisa di ser de ye, di demek kurt de wê derbas bibe, lê her ku çû rewş xirabtir bû. Binpêkirin û kuştin zêdetir bûn.”
S.A. diyar dike ku heta Adara 2025’an înterneta mala wan tune bûye, tiştên ku didît şaş hatibûn şîrovekirin û wiha didomîne: “Sibeha roja înê, me bihîst ku ji bo kuştina Elewiyên li çar aliyên welat, banga seferberiyê hatiye kirin. Saeten êvarê dema me li înternetê nihêrî, me dîmenên komkujiyên li ser Elewiyan dîtin. Me dît ku tiştên ji me re digotin kontrola ewlehiyê di rastiyê de komkujiyên sîstematîk bûne. Gelek kesên ku di navbera wan de bijîşk, endezyar û parêzer hebûn hatin kuştin, heta zarok jî hatibûn kuştin û lebatên wan hatibûn firotin. Di vê bûyerê de endamên balbatek bi temamî hatin kuştin. Jineke ducanî dema ku hevjînê wê bang kiribû gotibû “ji bo bebika di zikê wê de dest nedinê” jî ji zikê xwe bi guleyan hat kuştin. Hevjînê wê jî ji sermilên xwe birîndar bû.”
Mirov di nava wesayîdan de bi saxî hatin şewitandin
S.A. dibêje ku tiştên hatine jiyîn ne ji medyaya dîjîtal, bi çavên serê xwe li ber mala xwe dîtine û wiha didomîne: “Min çavên serê xwe dît wesayîdên ku mirov di nav de bûn hatin şewitandin, mal û dikanên kesên sivîl hatin şewitandin, saziyên xizmeta gel hatin hilweşandin. Mêrên ciwan hatin revandin, bi kesên ku xwestin ewlehî û aramî çêbibe henek hatin kirin. Êrîşkaran bi zanîn Elewiyan hedef girtin. Avêtin ser malên me, deriyan bi dehfan vekirin. Ji aliyekî ve dengê guleyan dihat, ji aliyekî ve jî dikanên me talan kirin. Em nikaribûn dengê xwe derxin lewre kê tiştek bigota yan dikuştin an jî direvandin. Tam sê car bi ser mala me de girtin.”
Gorên komî û cenazeyên ku avêtin deryayê
S.A. bi gotinên; “Kolan tije cenaze bûn kesî nikaribû nêz bibe,” wehşeta cîhadîstan wiha vedibêje: “Sê rojan cenaze li kolanan man. Dema ku komîteyek lêkolînê ya navneteweyî hat avakirin, hikûmetê sedema mirina mirovan weke ‘têkoşîna bi terorîstên li dijî pergalê re’ nîşan da. Cenaze bi kepçeyan hatin komkirin, li kamyonan hatin barkirin û hemû xistin gorên komî. Li herêmên nêzî keviyên deryayê jî cenazeyan avêtin deryayê. Bi gotinên; ‘masî birçî ne’ henekên xwe kirin û avêtin.”
Kesên ku reviyan herêmên bejahî jî hatin şopandin
S.A. got ku “Her ku komkujî zêde bûn gelek kes reviyan herêmên bejahî” û axaftina xwe wiha domand: “Gelek kes li gundan, li nava bexçe û zeviyan di bin sermayê de raketin lê bi balafirên bêmirov hatin şopandin û gund hatin şewitandin. Jinan revandin û bi zorê kirin cariye.”
S.A. diyar dike ku tevî bermahiyên rejîmê ji herêmê reviyabûn jî bi hinceta komkujiyan kesên mabûn, hedef girtin û wiha dibêje: “Elewî ji kar hatin avêtin, cotkar di nava zeviyan de hatin kuştin, çavkaniyên debarê hatin tunekirin. Nan bû meseleya man û nemanê. Xwendekarên zanîngehê neçar man dest ji perwerdeyê berdin. Jin nikaribûn ji malên xwe derbikevin. Nikaribûn ji şibakan jî li derve binhêrin. Her dem tirsa revandinê bi wan re hebû. Êdî em li welat, xwe biyanî hîs dikin. Ev tiştê herî xirab ê ku mirov hîs bikin e.”
‘Sûcên li dijî jinan û feraseta DAIŞ’ê’
S.A. diyar dike ku dema zarokên keç tên revandin malbat nikarin bertek nîşan bidin û wiha didomîne: “Vîdeoyên zarokên keç ên dihatin revandin dikşandin, ji wan dixwestin xwe bi awayekî bextewar nîşan bidin. Ger wisa nekirana hem li wan hem jî malbatên wan gefan dixwarin. Em dizanin di çend salên derbasbûyî de li Bakur Rojhilatê Sûriyeyê DAIŞ’ê jî tiştên wiha dikir. Ev yek jî nîşan dide ku xwedî heman ferasetê ne.”
S.A. şikestina hêviyên xwe ya ji ber bêdengiya civakên navneteweyî wiha tîne ziman: “Ger roja pêşîn bertek nîşan bidana ev komkujî çênedibûn. El Culanî soz da ku dê kiryar werin darizandin. Dema ku hêzên ewlehiyê werin dê sûcdar bên darizandin lê em dizanin ku ev kom bi hêzên ewlekariyê re bûne yek. Dema me dît di heman wesayîdan de digerin me fam kir ku tenê navê xwe guherandine. Me fam kir ku em li ser sifreya guran in her kes dixwaze para xwe jê bigre.”
Destê ku ketibe xwîna mirovan nikare biparêze
S.A. dibêje ku di civakê de têgeha mezheb tuneye, lê bi van komkujiyan re cudakarî zêdetir bûye û wiha berdewam dike: “Ger hikûmet difikire vê feraseta mezhebperest careke din li Sûriyeyê ava bike, xwe dixapîne. Civaka Elewî ketiye nava xwe lewre êdî bawer nake ku ewlehî çêbibe.”
S.A. hêviya xwe ya ji bo pêşerojê wiha vedibêje: “Em dixwazin bi gelên din re bijîn. Em dixwazin Sûriyeyê bi hevparî, ji nefretê dûr ava bikin. Elewî, Durzî, Kurd, Ereb, Ermenî, Çerkez… Em bi hev re hebûn, em ê bi hev re hebin.”
Xwespartina Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê
S.A. ya ku bi malbata xwe re xwe spartiye Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wiha dibêje: “Em li herêmên keviyan li ewlehiyê geriyan lê me nedît. Dema em hatin vê derê me xwe di ewlehiyê de hîs kir. Tiştê herî xweş jî ew bû ku gelên li vê derê deriyên xwe vekirin me bi hezkirin pêşwazî kirin. Tu cudakariya mezhebî û olî tuneye. Her kes ji dil û can xwedî li me derket.”
S.A. herî dawî ji bo Rêveberiya Xweser wiha dibêje: “Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi herêmên din re nayê muqayesekirin. Xwedî artêşek ku gelê xwe diparêze û pergaleke ku ewlehî û aramiyê çêdike ye. Tevî cudabûna çand û baweriyan jî di navbera gel de hevgirtin û têkiliyên xweş û bi hêz hene.”