Şahida berxwedana 65 salan Şaziye Azîz: Berxwedana jinên Efgan
Şahida 65 salan Saziye Azîz a Efganistanî, behsa berxwedan û têkoşîna jiyanê ya ku ji serdema Zahir Şah heta Talîbanê didome ve kir û da zanîn ku ji sala 1978’an ve heta niha jinên Efgan di bin navê îslam û şerîetê de tên mexdûrkirin.
BAHARAN LEHÎB
Pervan – Zahir Şah, piştî mirina bavê xwe, di 18 saliya xwe de desthilatdariya Efganistanê dewr girt. Di dema serdestiya wî de, piraniya karûbarên welat, mamên wî dimeşandin. Gelek rewşenbîr hatin girtin û îşkencekirin. Ruxmê xizanî û zehmetiyan jî gelê Efgan di nava ewlehiyê de bû. Jin tenê bi civaka baviksalar re têdikoşiyan; hê partiyên ku li ser navê olê tundrewiyê dikirin tunebûn. Gel, wê serdemê mîna dema azadiya nisbî û girîngiya ji bo perwerdeyê tê dayîn, bi bîr tîne.
Li quncikekî Efganistanê, piştî 27 salên desthilatdariya Zahir Şah, Şaziya Ezîz di malbateke navîn de ji dayik bû. Şaziya, zaroka ewil a malbatê bû. Di 65 salên jiyana xwe de, rejîmên cuda yên li Efganistanê ceriband û tiştên jiyane wiha tîne ziman:
‘Wê demê dewletê çûyîna dibistanê ji bo zarokên keç û kur ferz dikir’
"Ez di malbateke ji çîna navîn de ji dayik bûm. Dayik û bavê min xwedî 10 zarokan bûn; 6 keç û 4 kur. Ji ber ku ez yek ji zarokên keç ên mezin bûm, di karê malê û zeviyan de berpirsyariyek min a mezin hebû. Min tenê heta pola 3’yan xwend. Wê demê, dewletê çûyîna dibistanê ji bo zarokên keç û kur ferz dikir. Dema xwendekarek sê rojan nediçû dibistanê, rêveberiya dibistanê bi telefonê li malbatê digeriya. Ger hincet derbasdar nebûya, malbat neçar dima zarokên xwe bişîne dibistanê.”
Şaziya Ezîz, di berdewamiya axaftina xwe de da zanîn ku ji dibistanê hatiye girtin û wiha behsa zewicandina xwe kir: “Gelek malbat ji ber ku girîngiya perwerdeyê nizanibûn û ji bo zarokên xwe neşînin dibistanê hincetan nîşan didan. Malbata me jî wisa bû. Bavê min zilamekî bi hêz bû, bi rayedarên hikûmetê re têkiliyên wî hebûn; lewma, kes nikaribû me neçarê dibistanê bike. Dayik û bavê min, bi hêviya zarokên kur, her dem zarokan çêdikirin; dema zarokên wan ên kur çêbûn, em weke zarokên keç neçar man hemû karên malê û zeviyê bikin. Bi vî awayî, perwerdeya min nîvçe ma. Ez heta 15 saliya xwe qet ji gund derneketim; neçûm navenda parêzgeha xwe jî. Piştre ez bi kurê mamê bavê xwe re hatim zewicandin. Wê demê, serokê ewil ê Efganistanê, Mihemed Dawûd Xan li ser desthilatdariyê bû.”
‘Jin beşdarî meşan dibûn daxwazên xwe dianîn ziman û li dijî serdestiya mêr derdiketin’
Şaziya Ezîz, da zanîn ku piştî ji gund derketine têkoşîna jinan a li dijî serweriya mêr dîtiye û got: “Dema ku ez çûm Kabîlê, min dît jin cuda ne, gelek ji wan xwedî xwendin, hişmendî û şert û mercên baştir bûn. Jin, beşdarî meşan dibûn, daxwazên xwe dianîn ziman û li dijî civaka serdest a mêr derdiketin. Jin, li dijî her qanûn û tevgera ku dijminatiya jinan dike, derdiketin. Piştre, ez çûm cihekî din û min dît ku li Efganistanê gelek jin mîna jinên Kabîlê hene. Heta derbeya 27’ê Nîsana 1978’an… Wê demê ez vegeriyabûm gundê xwe û xwedî çend zarokan bûm. Bavê min û mêrên gund, gotin Yekîtiya Sovyetê êrîşê welatê me dike. Mêrên li gund, bi çekên bi xwe çêkiribûn, li dijî dewletê û hêzên Rûs, eniyek ava kirin.”
‘Gundê me gelek caran hat bombebarankirin me gelek dost û xizmên xwe winda kir’
Şaziya Ezîz, behsa hêrsa jinan a li dijî êrîşan kir û axaftina xwe wiha domand: “Gundê me gelek caran hat bombebarankirin; me gelek dost û xizmên xwe winda kir. Du jinên ciwan ên mamên min jî di wan êrîşan de hatin qetilkirin. Dema li gund dawet an jî kombûnek çêdibû, Hêzên hikûmeta Gel û Perçem (komunîst), bi balafiran bombebaran dikirin. Her wiha carna bi tankan diketin gundan û ciwanan qetil dikirin. Van kiryaran hêrsa jinan zêde dikir. Her ku leşkerên Rûsî diketin gund, jin derdiketin ser banên xaniyên xwe û bi ava kelandî wan "pêşwazî" dikirin. Piraniya jinên li gundên me, vê yekê dikirin. Wê demê, 5 zarokên min hebûn. Dema ku zaroka min a herî biçûk bîst rojî bû, hevjînê min ji aliyê Rûsan ve hat qetilkirin.”
‘Ji sala 1978’an ve jinên Efgan bi navê 'Îslam,' 'Şerîet' û 'kevneşopiyê' tên mexdûrkirin’
Şaziya Ezîz, diyar kir gelê herêmê di şert û mercên şer de jiyane û got: “Karesata min vê rojê dest pê kir. Min bi 5 zarokên piçûk re, ji bo jinan berhemên dest çêdikir. Dema ku Rûs têk çûn, em hemû kêfxweş bûn; em difikirîn ku wê her tişt baştir dibe. Lê di pêvajoya şer de, dema ku kesên girêdayî Ehmed Şah Mesûd û Gulbedîn Hekmetyar hatin gundên me, bi zorê eşyayên gel girtin û di bin gefê de xwarinên herî xweş dixwestin. Gel, di şert û mercên şer de dijiya. Malbatên ku ditirsiyan zarokên wan ên keç rastî tecawizê werin, keçên xwe zû dizewicandin. Ruxmê vê yekê jî hinek fermandaran mîna Talîbanê îro, zarokên keç neçarî zewicandinê dikirin. Ji sala 1978’an û heta îro jinên Efgan di bin navê 'Îslam,' 'Şerîet' û 'kevneşopiyê' de tên mexdûrkirin.”
‘Çeteyan hemû eşyayên me talan kirin’
Şaziya Ezîz, qala desteserkirina Talîbanê ya Kabîlê kir û wiha axivî: “Dema ku Talîbanê Kabîl desteser kir, ez li Parwanê bi zarokên xwe re dijiyam. Dema şerê di navbera Ehmed Şah Mesûd û Talîbanê de dest pê kir, em neçar man ji malên xwe derbikevin. Dema ku em vegeriyan, me dît hemû eşyayên me ji aliyê çeteyên Mesûd ve hatine talankirin. Em gelek caran neçar man, ji malên xwe birevin.”
Şaziya Ezîz, bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: “Di bîst salên dawî de, di rêxistinek de xebitîm û ji bo zarokên xwe min derfetên jiyana baş ava kir. Hemû zewicîn. Ez niha bi kurê xwe ya herî biçûk re dijîm. Ez jî mîna bi milyonan jinên din ên Efgan, bêkar mam. Ez beşdarî çend meşan bûm lê Talîbanê ji min guman kir û çend caran mala min lêgerîn kir. Ez niha li malê me. Yekane daxwaza min ew e ku zarokên min ên keç serkeftî bibin û ji destên van sûcdaran rizgar bibin.”