Şafak Erkmen: Me pêvajoyên zor bi têkoşîna xwe anî van rojan
Ji bo Newrozê jin li her qadan bi coş amadekariyan dikin. Seroka Komeleya Jinan a STAR Şafak Erkmen Ozanlî, diyar kir ku dê Newroza 2026’an ji bo jinan bibe ‘Newroza Azadiyê.’
MEMÎHAN HILBÎN ZEYDAN
Wan- Newroza ku weke sembola berxwedana gelê Kurd tê zanîn, di sala 2026’an de bi dirûşma ‘Azadî û Demokrasî’ li gelek bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê bi coş tê pîrozkirin. Newroza ku îsal bi bandora pêvajoya ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ û baweriya bi aştiyê tê pîrozkirin, ji bo jinên Kurd weke ‘Newroza Azadiyê’ tê pêşwazîkirin.
Seroka Komeleya Jinan a STAR Şafak Erkmen Ozanlî, banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a 27’ê Sibata 2025’an û pêvajoya hatiye destpêkirin bi bîr xist û da zanîn ku Newroz îsal ji ber pêvajoyê xwedî wateyeke cuda ye.
Şafak Erkmen Ozanlî bal kişand ser kêmasiyên di pêvajoyê de tên jiyîn û da zanîn ku tevî salek derbas bûye hê ji aliyê dewletê ve gaveke şênber nehatiye avêtin û got: “Newroza 2025’an ji bo hemû gelan bi hêvî derbas bûbû. Dema em li pêvajoyê mêze dikin, dibînin ku beramberî gavên ji aliyê birêz Ocalan û tevgerê ve hatin avêtin, ji aliyê dewletê ve hê tu gav nehatiye avêtin. Tenê ji aliyê dewletê ve komîsyonek hat avakirin û madeyên ku diyar kirine, her çendî ji bo gelê Kurd neyên qebûlkirin jî mirov dikare bibêje gavek girîng bû. Îro em Newroza 2026’an pîroz dikin. Newroza 2026’an ji bo me di xaleke girîng de ye. Dema em pêşwaziya Newrozê dikin, em li bendê ne pêvajoya hiqûqî û zagonî destpê bike.”
‘Bila ‘mafê hêviyê’ bê pêkanîn’
Şafak Erkmen Ozanlî îşaret bi gotina Devlet Bahçelî ya ‘ger pêwist bike bila birêz Ocalan bê meclîsê, ji mafê hêviyê sûdê bigre’ kir û destnîşan kir ku tevî vê jî hê tecrîd li ser Abdullah Ocalan heye û wiha domand: “Dirûşma Newroza 2026’an ‘Azadî û Demokrasî ye.’ Divê bi vê dirûşmê ji bo birêz Ocalan û hemû girtiyên siyasî mafê hêviyê bikeve meriyetê. Divê azadiya fîzîkî ya birêz Ocalan were pêkanîn, bi mafê xwe hevdîtinan bi rêxistina xwe re pêk bîne. Em di wê hêviyê de ne ku Newroza 2026’an di xala azadî û demokrasiyê de brê vebe.”
‘Berxwedana ji Kawayê Hesinkar heta roja îro didome’
Şafak Erkman têkildarî derketina Newrozê wiha got: “Newroz berxwedana bindestên li dijî Dehaqên zalim e. Ji Kawayê Hesinkar heta îro ew berxwedan didome. Em îro dibin şahid ku li Rojhilata Navîn Dehaq hene. Wek gelê Kurd ev bi sedsalane em bi Dehaqan re têdikoşin. Ên ku piştî salên 1990’an derketine holê û ji kiryar nediyariyên 17 hezaran berpirs, berdewama zîhnyeta Dehaqane. Ya ku Sedam, Esad, Molayên Îranê tiştên bi gel dayîn jiyîn heman zîhnyeta Dehaq e. Dehaqên îro jî DAIŞ û HTŞ ne. Ji ber zîhniyeta ku di êrîşên li dijî gelê Rojava de nîşan dane ew bû.”
‘Divê jin torek bi hêz û rêxistinkirî ava bikin’
Şafak Erkman da zanîn ku zîhnyeta jinên ku ji bo azadiyê şer dikin qetil dike zîhniyeta Dehaq e û divê jin li dijî zîhniyeta ku wekî Dehaq nêzî wan dibe, berxwedan û têkoşîna xwe bilind bikin.
Şafak Erkmen diyar kir ku divê hemû jin bi hev re têbikoşin û got: “Divê jin toreke bi hêz û rêxistinkirî ava bikin. Çawa di 8’ê Adarê de weke jin bi ruhê berxwedan û têkoşînê em tên ba hev divê di Newroza ‘Azadî û Demokrasî’ ya 2026’an de jî em bi heman ruhî li qadan bin. Di heman demê de divê hemû kes li qadên Newrozê deng bidin vê têkoşînê. Bi mezinkirina baweriya bi pêvajoya ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ a birêz Ocalan daye destpêkirin, li derdora vê baweriyê divê destpêkê jin hev bigrin.”
Şafak Erkmen îfade kir ku di roja me de Dehaq zîhniyeta ku jin û zarokan qetil dike ye û wiha got: “Îro jî di şeran de Dehaq destpêkê jin û zarokan dikin hedef. Ji ber vê di Newrozan de hemû jin ji bo têkoşîn û berxwedanê li qadan in. Jin aştî û jiyanê temsîl dikin. Divê ji bo aştî û jiyanê jin bi hev re têbikoşin. Yên ku îro pêvajoya ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ didome, pêk bînin jin in.”
‘Bi berxwedan û têkoşîna bi salan em gihîştin îro’
Şafak Erkmen anî ziman ku bi bedelên mezin gihîştine van rojên ku behsa aştî û azadiyê tê kirin. Newrozên ku di salên 1990’an de dihatin pîrozkirin, vediguherîn komkujiyan bi bîr xist.
Şafak Erkmen destnîşan kir ku Newrozên ku di salên 1990’an de tevî êrîşan dihatin pîrozkirin ketine dîrokê û got: “Berxwedana gel, hatina biharê, Newroz û têkoşîn her dem domiyan. Di salên 1990’an de Newroz qedexe bû, heta vêxistina agir jî qedexe bû. Tevî qedexeyan bi awayekî eşkere û veşartî Newroz dihat pîrozkirin. Ji ber ku Newroz bi qasî cejna biharê ye, cejna berxwedanê ye. Ji wê rojê ve heta îro, tevî zextan her dem bi berxwedan û têkoşînê hat pîrozkirin. Wê berxwedan û têkoşînê em anîn vê pêvajoyê.”
Şafak Erkmen, herî dawî ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û ‘mafê hêviyê’ hemû gel vexwend qadên Newrozê.