Îstixbarata Îranê bangî xwendekara zanîngehê Zehra Rahimî kir

Hate ragihandin ku xwendekara Endezyariya Kîmya Zehra Rahimî ku di dema serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ de ji zanîngehê hatibû avêtin, ji aliyê nûmareyek veşartî ve ji daîreya Îstixbaratê bangî kirine.

Navenda Nûçeyan – Xwendekara Endezyariya Kîmya Zehra Rahimî, di parvekirina li ser hesabê xwe yê medyaya dijîtal de, ragihand ku ji ‘nûmareyek nayê zanîn’ ji bo were daîreya îstixbaratê bangî hatiye kirin.

Zehra Rahimî di posta xwe de ev tişt got:

“Li ser nomareyek taybet ji bo min bangî daîreya îstixbaretê kirin e, heta niha tişta herî ecêb ku min bihistiye. Ez gelemperî bêyî daxwaznameyên nivîsîkî naçim ti cihan, ger naxwazin werin, divê ez vexwendibam!”

Zehra Rahîmî di dema serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ de ji zanîngeha Yezd hatibû avêtin. Cardin çû ezmûnên zanîngehê beşa endezyariya Kîmya qezenc kir. Qezecnkirina xwe ya zanîngehê bi îfadeya ‘Vegera min cardin bi ezmûnan bû, ne bi polîtîkayên vegerandina xwendekarên bi biryara hikumeta nû û Wezareta Perwerdeya Bilind hatin dûrxistin û avêtin bû.” Ragihand.

Zehra Rahimî, berê jî behsa zextên ne fermî ji aliyê kesên girêdayî ewlehiya zanîngehê kiribû. Berê di parvekirinek din de, ragihandibû ku ji aliyê hinek kesên girêdayî ewlehiya zanîngehê ve, bi rêya endamên hîndekariyê û nasan  hewl dane peyam bişînin jê re. Zehra Rahîmî ku vê pêkanînê wek ‘neguncaw’ bi nav kir, îfade kir ku heman rêbaz berê jî hatine bi karanîn û ti encam nehatine girtin.