Îsraîlê piranî jê zarok malbatek qetil kir
Wezareta Tenduristiyê ya li Zîvala Xezayê piştrast kir ku di êrîşên dubare li ser Xezayê hatine destpêkirin de heta niha 792 sivîlan jiyana xwe ji dest dane û hezar û 663 sivîl birîndar bûne û ji ber êrîşan tîmên parastinê nagihîjin mirovan.

Navenda Nûçeyan – Ji 18’ê Adarê ve heta niha êrîşên Îsraîlê li ser Zîvala Xezayê careke din dest pê kirin. Di van êrîşan de piranî zarok bi sedan sivîlan jiyana xwe ji dest dan û birîndar bûn.
Îro ango 26’ê Adarê hêzên Îsraîlê li herêma cadeya Xezayê ya berê Cibaliya ya li Bakurê Zîvala Xezayê malbatek 5 jê zarok 8 ji kesî, qetl kir. Li başûrê Zîvala Xezayê 3 kesan jiyana xwe ji dest dan. Hejmara kesên jiyana xwe ji dest dan bû 11.
Di daxuyaniya duh a Wezareta Tenduristiyê ya li Xezayê de, hat diyarkirin ku tevî 62 mirin û 296 birîndaran, ji 18’ê Adarê ku şer dest pê kiriye ve heta niha hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane bûye 792 û hejmara birîndaran jî bûye hezar û 663. Hê gelek cenaze di bin kavilan de ne û ambulans û tîmên parastina sivîl nikarin xwe bigihînin wan.
Save the Children: Zêdeyî 270 zarok hatin qetilkirin
Save the Children di daxuyaniya li ser malpera xwe ya medyaya dîjîtal perve kir de, diyar kir ku di êrîşên Îsraîlê yên careke din li dijî Zîvala Xezayê dest pê kirin de heta niha li Xezayê zêdeyî 270 zarok hatine qetilkirin.
Rewşa li Xezayê gelek xirab e
Ofîsa Koordînasyona Karên Mirovî ya Neteweyên Yekbûyî (OCHA) da zanîn ku rewşa li Xezayê xirab e, ji ber kêmbûna malzemeyan, zêdeyî sê hefteyan e alîkariya mirovî naçe Xezayê hişyarî. Ofîsê got: “Ger sewqiyat dîsa dest pê nekin, hinek malzemeyên bingehîn wê tenê têra çend rojên din bikin.”
Berdevkê NY’ê piştrast kir ku di navbera 100 hezar û 120 hezar sivîl beriya demekê li herêmên fermana tehliye hatiye dayîn de dijîn û 27 hezar kesên ji cihê xwe bûne jî li 40 herêmên cûda bi cih bûne.
Ofîsa Koordînasyona Karên Mirovî (OCHA) destnîşan kir ku parastina sivîlan û çûyîna cihên bi ewletir û şert û merc destdayî bibin, ji dereveyî destûr nadin vegerê divê alîkariyên mirovî yên pêwîstiyên sivîlan pê heye werin pêkanîn. Her wiha anî ziman ku piraniya hewldanên saziyên alîkariya mirovî yên ji bo gihîştandina alîkariyan hatine redkirin.