Îsraîlê konên Filistîniyên ku ji cihên xwe bûne bombebaran kir

Di êrişa artêşa Îsraîlê ya li ser kampa konan a Filistîniyên ku ji cihên xwe bûne û li nêzî bajarê Refahê yê Başûrê Zîvala Xezayê ye de; 25 kesan jiyana xwe ji dest dan, 50 kes jî birîndar bûn.

Navenda Nûçeyan- Artêşa Îsraîlê tevî biryara Dîwana Edaletê ya Navneteweyî ya (UAD) ya rawestandina êrişan jî; êrişên xwe yên li dijî Refahê berdewam dike. Hat ragihandin ku Îsraîlê êrişê konên Filistîniyên ji cihên xwe bûne yên li herêma El- Mevesî ya rojavayê Refahê dimînin kiriye.

Cihên ku Filistînî lê bi cih dibin tên hedefgirtin

Di daxuyaniya nivîskî ya Wezareta Tendirustiyê ya Filistînê de hat diyarkirin ku di encama bombebaranê de 25 kesan jiyana xwe ji dest dane, 50 kes jî birîndar bûne. Herêma Mevasa ya bajarê Refahê û Xan Yunus digre nava xwe, Filistîniyên ku neçarî koçberiyê bûn li cihê ku dixwestin biçinê yek ji cihên ku weke ‘herêma bi ewle’ dihat dîtin e.

Artêşa Îsraîlê êrişê konên ku li herêma Mevaseyê ku weke cihê bi ‘ewle’ yê Filistinî lê dimînin tê dîtin kir, 21 kesan jiyana xwe ji dest dan, 64 kes jî birîndar bûn.

Di êrişên Îsraîlê yên ji 7’ê Cotmehê ve heta niha li ser Zîvala Xezayê didomin de herî kêm 15 hezar û 694 zarok, 10 hezar û 279 jin di nav de 37 hezar û 431 kesan jiyana xwe ji dest dan, 85 hezar û 653 kes birîndar bûn. Hat diyarkirin ku di bin xirbeyan de hê bi hezaran cenaze hene sazî û cihên ku gel xwe sipartinê tên hedefgirtin.