Îsraîlê girtîgeha Evîn ya li Tahranê bombebaran kir
Girtîgeha Evîn ya li Tahranê ku girtiyên siyasî tê de têne ragirtin, ji aliyê balafirên şer yên Îsraîlê ve hate hedef girtin.

Navenda Nûçeyan – Li gorî agahiyên ji herêmê hatine standin, balafirên şer yên Îsraîlê bi şev girtîgeha Evîn ya li Tahranê ku girtiyên siyasî têde têne ragirtin, bomberbaran kiriye.
Dengê teqînên mezin hate bihîstin û bi ser girtîgehê duman bilind bû.
Li gorî dîmenên hatine belavkirin, tê dîtin ku girtîgeha Evîn hatiye bomebaran kirin. Li gorî hinek agahiyan tê gotin girtîgeh di 18’ê Hezîranê de hatiye bombebaran kirin. Lê derbarê dîroka êrişê de agahiyek zelal nehate wergirtin.
Piştî êrişî rayedarên girtîgehê, çûyîn û hatina nava girtîgehê girtin û gelek ambulans sewqî girtîgehê kirin.
Hêjayî gotinê ye li girtîgehê gelek siyasetmedar, rojnamevan, çalakvanên mafên mirovan û welatiyên biyanî tên ragirtin.
Derbarê bûyerê de heya niha ji rayedarên Îranê ti daxuyaniyek nehatiye, Îsraîlê jî êrişê pitşrast nekiriye.