Îsraîlê êrişî navenda tendirustiyê ya cihê derziyên felca zarokan kir

Ajansa fermî ya Nûçeyan ya Filistînê WEFA’yê ragihand ku hêzên Îsraîlê li bajarê Xezayê li dijî navendeke tendirustiyê ku tê de derziyên felca zaroka tên lêdan, êriş pêk aniye, di êrişê de sê zarok birîndar bûne.

Navenda Nûçeyan- Li Zîvala Xezayê ku êrişên Îsraîlê lê didomin, vê sibehê di dema tûra duyem a kampanyaya derzîkirina felca zarokan de de, balafira bê mirov a Îsraîlê (ÎHA) êrişî klînîka tendirustiyê kir û li gorî agahiyên destpêkê sê zarokên Filistînî birîndar bûne.

Li gorî ajansa fermî ya Filistînê WEFA’yê; artêşa Îsraîlê li bajarê Xezayê li dijî navendeke tendirustiyê ku tê de derziyên felca zarokan tên lêdan, êriş pêk aniye. Di êrişê de li gorî agahiyên destpêkê sê zarok birîndar bûne. WEFA’yê di nûçeya xwe ya ku çavkaniya xwe dispêre xebatkarên xwecihî yên tendirûstiyê de diyar kir ku zarok rakirine nexweşxaneya El Ehli Arab, di navenda tendirustiyê de, zarokên di bin 10 salî de dihatin aşîkirin.

Wezareta Tendirustiyê ya Filistînê bi hevkariya Rêxistina Tendirustiya Cîhanê (WHO), Ajansa Xebat û Alîkariya Penaberan a Neteweyên Yekbûyî (UNRWA), Fona alîkariya zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNICEF), qonaxa duyemîn a kampanyaya derzîkirina felca zarokan ji bo zarokên di bin temenê 10 salî de vê sibehê li bajarê Xezayê dabûn destpêkirin.

Hat ragihandin ku di êrişa Îsraîlê ya li dijî bajarê Beyt Lahiya yê li beşa navendî ya Zîvala Xezayê de 10 kesan jiyana xwe ji dest dane.

Hejmara miriyan ji 43 hezar û 300’î derbas bû

Wezareta Tendirustiyê li Xezayê di daxuyaniya xwe de, der barê êrişên Îsraîlê yên ku 393 roj in li Xezayê didomin de agahî da. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di 7 komkujiyên Îsraîlê yên di nava 24 saetan de li Xezayê 55 kesan jiyana xwe ji dest dane, 192 kes jî birîndar bûne. Hejmara kesên ku ji 7’ê Cotmeha 2023’an ve heta niha di êrişên Îsraîlê yên li ser Zîvala Xezayê de jiyana xwe ji dest dane bû 43 hezar û 314, hejmara birîndaran jî gihîşt 102 hezar û 19 kesan.