Îsraîlê êriş bir ser dibistana ku jin û zarok xwe lê spartibûn

Balafirên şer ên Îsraîlê li Xezayê êriş bir ser dibistana El- Falah a ku kesên ji cihê xwe bûne lê bi cih bûbûn. Li gorî agahiyên destpêkê, 10 kesên ku di nav wan de zarok jî hebûn jiyana xwe ji dest dane.

Navenda Nûçeyan – Êrişên Îsraîlê ji 7’ê Cotmeha 2023’an heta niha li ser Zîvala Xezayê bênavber berdewam dikin. Îsraîl bi taybetî qadên dibistan û nexweşxaneyên ku jin û zarokên ji cihê xwe bûne lê dimînin hedef digire.

Di êrişa artêşa Îsraîlê ya li dijî dibistana El-Falah ku Filistîniyên ji cihê xwe bûne lê dimînin ya li taxa Ez-Zeyton a girêdayî bajarê Xezayê de, zarok jî di nav de gelek kesan jiyana xwe ji dest dan. Hat diyarkirin ku di encama êrişê de gelek kes jî birîndar bûne.

Erkdareke tendirustiyê li nexweşxaneya El-Ehlî Baptist, diyar kir ku cenazeyê 10 kesên di êrişa li dijî dibistanê de jiyana xwe ji dest dane anîne nexweşxaneyê. 

Şahidên bûyerê anîn ziman ku di êrişa balafirên şer ên Îsraîlê li dijî dibistana Filistîniyên ku ji cihên xwe bûne lê dimînin de, 10 kesên ku di nav de zarok jî hebûn jiyana xwe ji dest dane.