Îsraîlê di 29 rojan de 516 Filistînî li navendên belavkirina alîkariyan kuştin

Di êrîşên Îsraîlê yên li ser navendên alîkariyê ku li Xezayê bi riya "Weqfa Alîkariya Mirovî ya Xezayê” tên belavkirin de ji roja 27’ê Gulanê ve heta niha 516 Filistînî hatin kuştin; 3 hezar û 799 kes jî birîndar bûn.

Navenda Nûçeyan – Êrîşên Îsraîlê li ser Zîvala Xezayê, ji 7’ê Cotmeha 2023’yan ve heta niha bênavber didomin. Hêzên Îsraîlê di demên dawî de bi teybetî êrîşên sivîlên li benda alîkariyê dikin.

Di daxuyaniya nivîskî ya Ofîsa Medyayê ya Xezayê de, hejmara Filistîniyên ku li navendên belavkirina alîkariyan ên li Başûrê Xezayê, di navbera 27’ê Gulanê-24’ê Hezîranê de ji aliyê hêzên Îsraîlê ve hatine kuştin parve kir. Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku di êrîên Îsraîlê yên li ser navendên alîkariyê ku di nava gel de navê “kemînên mirinê” li wan hatiye kirin de 516 kes hatine kuştin û 3 hezar û 799 kes birîndar bûne, 39 kes jî winda ne.

Herî kêm pêdivî bi 500 tiran heye

Îsraîl, ji 27’ê Gulanê ve heta niha ji derveyî kontrola Neteweyên Yekbûyî (NY) û saziyên alîkariyê yên navneteweyî, “Weqf Alîkariya Mirovî ya Xezayê” ku di bin banê DYA-Îsraîlê de ye xistiye dewrê, qaşo alîkarian belav dike. Ev sazî, ji aliyê NY’ê ve nayê naskirin û ji aliyê komên Filistînî ve jî tê redkirin. Hamas, vê pergala alîkariyê weke "kemînên mirinê" binav dike.

Tê diyarkirin ku pêdiviya Xezayê rojane herî kêm bi 500 tirên alîkariyê heye. Li Xezaya ku ji 7’ê Cotmeha 2023’yan ve heta niha êrîşên Îsraîlê didomin de, ji ber bombebarana bênaver, birçîhiştin, koçberiya bi darê zorê û rûxandina binesaziyê felaketeke mezin çêbûye.