Îsraîlê baregehên leşkerî yên li Lazkiye û Tartûsê bombebaran kir

Li gorî agahiyan, balafirên şer ên Îsraîlê çend baregehên leşkerî li parêzgehên Lazkiye û Tartusê yên Sûriyeyê bombebaran kirin.

Navenda Nûçeyan – Îsraîlê îro danê sibê çend baregehên leşkerî li parêzgehên Lazkiye û Tartûsê yên Sûriyeyê bombebaran kir.

Berdevkê leşkerî yê Îsraîlê di daxuyaniyekê de derbarê êrîşê de got ku li deverên hedefgirtî pergalên mûşekî hene û ev pergal hem ji bo "azadiya navîgasyonê" ya navneteweyî û hem jî ya Îsraîlê gefê çêdikin. Deverên ku rastî êrîşê tên deverên stratejîk ên rojavayê Sûriyeyê ne.

Heta niha daxuyaniyek fermî nehatiye dayîn ka di êrîşê de mirî û birîndar hene yan na.