Îsraîlê agirbest û pevguhertina rehîneyan erê kir

Hikumeta Îsraîlê, li Xezayê agirbest û pevguhertina rehîneyan erê kir. Li bendê ye ku ev lihevkirin 19’ê Çileyê roja yekşemê dest pê bike.

Navenda Nûçeyan- Hikumeta Îsraîlê lihevkirina bi dawîbûna şerê li Xezayê û berdana rehîneyan erê kir.

Di daxuyaniya ku li Ofîsa Serokatiya Îsraîlê hat dayîn de, hat diyarkirin ku piştî lihevkirin ji aliyê kabîneya ewlehiyê ve hatiye erêkirin, di civîna lijneya wezîran de hat piştrastkirin.

Wê di 19’ê Çileyê de dest pê bike

Hate ragihandin ku gavên ji bo berdana rehîneyan, wê roja yekşemê, 19’ê Çileye dest pê bike. Têkildarî hûrguliyên lihevkirinê hê tu agahî nehatine parvekirin. Civaka navneteweyî ji dişopîne ka alî li gorî pêvajoya çareseriyê tevdigerin an na.